Endamên EŞÎK'ê serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin

  • jin
  • 16:15 20 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Endamên EŞÎK'ê derbarê xalên 6'emîn Pakêta Darazê ku mafên jinan ên destkeftî hedef digire de serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kirin.   

Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) serdana Koma Jinan a HDP'ê ya Meclisê kir. Berdevka Meclisa Jinan HDP'ê ya Ayşe Acar Bajar, bi parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Filîz Kerestgecîoglû û Zuleyha Gulum re Heyeta EŞÎK'ê pêşwazî kir. Heyeta EŞÎK'ê nêrinên xwe yên derbarê 6'emîn Pakêta Darazê ku mafên jinan ên destkeftî hedef digire de pêşkêşî Koma Jinan a HDP'ê ya Meclisê kir. 
 
SONMEZ: WÊ NEWEKHEVIYA ZAYENDÎ ZÊDETIR BIKE
 
 Endama EŞÎK'ê Berrîn Sonmez, diyar kir ku razandina nefaqeyê ya ji aliyê dewletê ve bi feraseta dewleta civakî ve tê girêdan lê ev ne wisa ye û wiha got: "Dewleta civakî divê dewleteke ku heta ji sedî 66 nefaqeyê razîne be. Lê razandina bi tevahî ya ji aliyê dewletê ve bibe sedema berdewamkirina newekheviya  zayendî. Heke zilam ji nefaqeyê xelas bibe û wê qezenca neheq bi dest bixe. Ev jî wê bibe sedema newekheviya zayendî."
 
BAŞARAN: EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî ev tişt got: "6'emîn Pakêta Darazê, perçeyek êrişa ku desthilat demeke dirêj e dixwaze li dijî destkeftiyên jinan bike ye. Em ê li dijî van polîtîkayan bi hev re têbikoşin."