Têkildarî kuştina Kerzîban Keskîn 4 kes kirin binçavan

  • jin
  • 13:18 21 Çile 2022
  • |
img
ANTALYA - Derket holê ku Kerzîban Keskîn a li Navçeya Serîkê 83 roj in wenda bû, hatiye qetilkirin. Polîsan têkildarî bûyerê 4 kes kirin binçavan. 
 
Li navçeya Serîka Antalyayê Kerzîban Keskîn, 83 roj in winda ye. Malbatê heta niha tu agahî ji Kerzîban Keskîn a 61 salî wernegirtiye û ji ber wendabûnê serî li midûriyeta polîsan da. Ji bo dîtina Keskîn xebat hatibûn destpêkirin û têkildarî bûyerê Rûstem B. yê ku tevlî bernameyekê televîzyonê bûbû li xwe mikûr hat. 
 
Piştî ku Rûstem B. li xwe mikûr hat, polîsan operasyon da destpêkirin. Di operasyonên hemwext ên li Stenbol û Antalyayê de Rûstem B, hevjîna wî Î.B, Hûsniye D, û R.Ç. kirin binçavan. 
 
Midûriyeta Polîsan a Antalyayê, gumanbarên ku hatine girtin piştî kar û barên dadgehê bir cihê ku qetlîam lê hatiye kirin. Li ser îfadeyên ku hatine girtin, bi meşîneyên kar cihê ku gumanbaran nîşan dane hat kolandin û hin hestî hatin dîtin. Ji bo aqûbeta Keskîn wê hestî werin lêkolînkirin û tê payîn li gorî vê lêkolînê encam derkeve.