Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive

  • jin
  • 13:42 28 Çile 2022
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo nîqaşkirina "Tifaqa demokrasiyê" ya ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk hat avakirin û ji bo nîqaşkirina 8'ê Adarê li ser platforma onlineyê bi jinan re civînek lidar xist. Berdevaka Meclîsê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive." 

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo nîqaşkirina "Tifaqa demokrasiyê" ya ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk hat avakirin û ji bo nîqaşkirina 8'ê Adarê li ser platforma onlineyê bi jinan re civînek li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî beşdarî civînê bû. Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran axaftina destpêkê kir. 
 
Başaran bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Rewşa girtiyên nexwşe ne kêmî kiryarên salên 1980'î ye. Li girtîgehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdarî li dijî girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê dike." 
 
'DERIYAN VEKIN BILA OCALAN BIAXIVE' 
 
Başaran destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û got: "Tecrîd nîşaneya nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e. Desthilatdariyê piştî sala 2015'an ku bi MHP'ê re tifaq pêk anî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd danî aliyekî. Bi şer, înkar û polîtîkaya asîmîlasyonê xwest pirsgirêkê çareser bike. Tecrîd hatiye kûrkirin. Demeke dirêj e li gel hemû bangan jî destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser piyan bimîne. Bi daxuyaniyên têkildarî birêz Ocalan li raya giştî têne kirin, dixwazin manîpulasyonê bikin. Hemin gotineke birêz Ocalan heye, wê demê divê pêşî lê bê vekirin ku dikaribe biaxive. Ji ber ku em zanin ku desthilatdariyê tecrîd kirine amûrek ji şerê psîkolojîk. Hem me hem jî parêzeran bang kirin. Me got ku divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Desthilatdarî ji bo kûrkirina siyaseta xwe hewl dide tevlîheviyê di nava gel de çêbike. Di vê demê de divê em dengê xwe bilind bikin. Tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, li ser tevahiya civakê ye. Bi tecrîda girankirî re tundiya li dijî jinan hatiye zêdekirin û fatûreya herî giran a şer li jinan hatiye birîn."
 
JIN WÊ DAKEVIN QADAN 
 
Başaran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û got: "Yek ji rojên ku zîhniyeta bi serweriya mêr jê ditirse 8'ê Adarê ye ku em lê li hev kom dibin. Em jin li qadan li hev dicivin. Divê em tifaq û piştevaniya jinan mezin bikin."