Li Hezexê jineke ciwan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 15:00 3 Sibat 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, jina bi navê Kader Yagbasan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li taxa Yenîmahalle ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, jina bi navê Kader Yagbasan (23) di saetên serê sibehê de ji ber sedemeke nediyar întihar kir. Piştî ku malbata wê pê hesiya Yagbasan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Lê tevî hemû mudexileyan jî nehat rizgarkirin. 
 
Piştî ku karê otopsiyê bi dawî bibe wê cenazeyê Yagbasan li taxa Yenîmahalleyê bê definkirin.