Danişîna doza Seda Kurt hat taloqkirin

  • jin
  • 14:07 8 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza kujer Ercan Akkaş ku hevjîna xwe Seda Kurt qetil kiribû û ji bo girtina wî bultena sor hatiye derxistin, îro bû. Di danişînê de parêzeran û xizmên Kurt xwestin ku kujer Akkaş di zûtirin dem de bê girtin. Dadgehê doz taloq kir. 
 
Kujer Ercan Akkaş di 4’ê mijdara 2019’an de li navçeya Avcilar a Stenbolê hevjîna xwe Seda Kurt ku bi mehra olî zewicîbûn, qetil kir û piştre jî reviya. 5’emîn danişîna doza kujer Akkaş îro li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê hat kirin. Di danişînê de dayika Seda Kurt û parêzerên wê amade bûn. Lê kujer Ercan Akkaş ku gelek qeydên wî yên sûc hene û lêgerîna wî ya bi bultena sor heye, beşdarî danişînê nebû. 
 
XWESETIN KU KUJER BÊ GIRTIN 
 
Di danişînê de ji ewil parêzera Kurt, Merîç Eyyûboglu axivî û xwest ku kêmaniyên di dosyayê bên temamkirin û ji bo girtina kujer Akkaş lez bidin pêvajoyê. Dayika Kurt, Bedîa Akar jî xwest ku demek beriya demekî kujer bê girtin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo ku li şahidan guhdar bikin, danişîna dozê taloqî 12’ê gulanê kir.