Wê derbarê jinên siyasetmedar de mutalaa bê amadekirin

  • jin
  • 12:41 9 Sibat 2022
  • |
img
AMED - Dosyayên ku Endam Meclisa Şaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Endam Meclisa Şaredariya Gêlê Bahar Karakaş Ûlûg ku ji peywirê hatibûn girtin jê tên darizandin ji bo mutalaayê ji dozgeriyê re hatin şandin. 
 
Danişînên dozên ku li Endama Meclisa Şaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Endama Meclisa Şaredariya Gêlê Bahar Karakaş Ûlûg ku ji peywirê hatibûn girtin, hatibû vekirin, li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Danişînên ku li du hev hatin dîtin de Tamrîş û Ûlûg tevlî nebûn. Parêzerên wan li danişînan amade bûn. 
 
Di her du danişînan de jî heyetên dadgehan ji bo ku mutalaayên xwe amade bikin dosyayên her du siyasetmedaran jî ji dozgeriyê re şandin û danişînên wan taloqî 25'ê adarê kirin.