'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'

  • jin
  • 09:30 26 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Ji parêzerên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hatîce Demîr, diyar kir ku bi zagonên li dijî mafên mirovan îstîsmar nayê asteng kirin û wiha got: “Divê nerinên rêxistinên sivîl ên li ser îstîsmara zarokan lêkolîn dikin û xebatê dimeşînin nerîna wan jî bê girtin. Divê li gori mutabakatan zagon bên rastkirin." 

Endama Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Prz. Hat3Ice Demîr, bal kişand ser îstîsmara li dijî jin û zarokan zêde dibe û guhertinên zagonên ku hikûmet tîne rojevê yên wekî "îdam" û "xezandina kîmyewî". Demîr, diyar kir ku sedema bingehin a îstîsmarên zayendî û êrîşan, zagonên bi îtîfaqa mêrê desthilatdar tên rastkirin in û wiha got: "Cerebe, nerin û perspektifên jinan bi tu awayî di nava vê pêvajoya guhertin û sazkirina zagonan de cih nagire. Şekl û şemalê daraz, zagon û ramanê li gorî bawerî û çanda mêrê desthilatdar hatiye avakirin. Zagon û daraz li gorî vê çanda mêrê desthilatdar bi teşe dibe. Li şûna parastinê jinê bêtir bi xwe ve girê dide û dike koleyê xwe. Dozger, dadger, polîs û leşker jî bi vê hişmendiyê tev digerin. Bêtir bi nerîn û perspektifa mêr tev digerin. Li gorî vê ferasetê biryar didin. 
 
‘PIRSGIRÊKA JINÊ NABÎNIN'
 
Demîr, anî ziman ku ji pêvajoya dîroka sazkirina zagonan heta niha hişmendiya mêr serdest e û wiha axivî: "Ev feraset di darazê de serdest e. Ji ber ku yê nûnertiya pergala cemaweriyê dike mêr e, tenê mêr esas digire. Pirsgirêka jinê nabîne. Pirsgirêkên jinan wekî qada taybet tê dîtin. Hemû tişta jin li malê dijî wekî qada heram tê pênasekirin. Her tişt li dervê daraz û dewletê tê hiştin. Ev bi xwe re ne wekheviya jin û mêr pêş dixe. Ne wekheviya jinê ku rastî tundî û kedxwariyê tê, di dîrokê de her dem bûye sedem ku rastî êrîşan bê. Her dem pirsgirêkên wê nehatine dîtin." 
 
‘HIQÛQ DIRIZE'
 
Demir, anî ziman ku ji ber hiqûq riziya ye tundiya li ser jin û zarokan gelek gelek zêde bûye û wiha got: "Sedema herî mezin a zêdebûna sûcê îstîsmarê rizîbûna hiqûqê ye. Di dosyayên êrîşa îstîsmara zayendî de ger ku faîl polîs ango leşker be, polîtîkayên bêcezakirinê dikevin meriyetê. Ev tenê bi sûçên îstîsmara zayendî bi sînor namîne. Di binpêkirina mafên mirovan de jî bi heman rengî xwe dide der. Her dem kesên faîl ger ku endamê cemaweriyê be tê parastin. Di dosyayên sûcên îstîsmar, kuştina bê daraz, îşkenceyê de mekanîzmayên darazê her dem kujer (faîl) diparêze û bê ceza dihêle. Ji bo kujer biparêze hemû qadên darazê sefer ber dibin." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN BÊ CEZAKIRINÊ TUNDIYÊ ZÊDE DIKIN'
 
Prz. Demir, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bê cezakirina kujeran, rê li pêş tundî, îstîsmar û binpêkirina mafan zêd dike û wiha lê zêde kir: "ÎKtîdar çend salên dawî daneyên cînayeta jinan parve dike. Ji ber ku dane gelek gelek zêde ne. Di raporên ku rêxistinên jinan û rêxistinên mafan amade dikin de em xwe digînin daneyên tundiya li ser jinan. Îktidara siyasî pir hêzan dikare bêje 'Jin nikare bi şort derkeve derve. Dema jin du canî be nikare derkeve derve. Keç û xortên zanîngehê nikarin bi hevre bijîn' Piştî van daxuyaniyê kesên ku li dijî van daxuyaniyên hikûmetê tev digerin dibin hedefa êrîşan. Gotinên îktîdarê rê li pêş tundî û cînayetan vedikin.Dema jin vê yekê îtiraz dike jî rastî gefên kujer tên." 
 
'DOZA ÎSTÎSMARÊ YA MÊRDÎN MÎNAK E'
 
Demîr bal kişand ser doza M.B. ya 21 salî ku li Mêrdînê rastî êrişa istîsmarê ya polis B.K. hat û wiha got: "Di vê dozê de ji ber darizandinek bê hiqûq, polîs B.K. yê serdest dihat darizandin, beraet kir. Dema jina rastî îstismarê hat îtîraz kir û glî kir, Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn ket nava liv û tevgerê û rê li pêş darizandinek bi edalet girt. Bi vê yekê peyama 'Em bi hêz in, hûn nikarin tiştekî bikin' didin. 
 
YÊN SÛCÊ ZAYENDÎ DIKIN DIVÊ BÊN CEZAKIRIN' 
 
Demir, anî ziman ku di bûyerê îstîsmara zayendî de divê teqez faîl bê ceza kirin û li gorî hiqûqê tev bigerin û wiha got: "Ger ku li gorî pêdiviyên hiqûqê tev negerin, wîcdan tatmîn nabe. Lê ger ku hiqûq esas bê girtin dê hem wîcdanê civakê û hem jî wîcdanê mexdûr rehet be. 
 
JI BO ÎSTİSMARÊ DIVE ÎDAM NEBE ROJEV
 
Demîr, bal kişand niqaşên îdam û xezandina kîmyewî ya piştî îstîsmara zarokê 3 salî yê li Edenê û wiha got: "Ev ceza yên serdema navîn in. Bi van cezayên kevnar pirsgirêk çareser nabe û rê li pêş tundiyê nayê girtin. Dema cezayê îdamê bibe zagan dê tenê bi sûcên îstîsmarê bi sînor nemîne. Îro niqaşên li ser îdamê tên kirin ji bo muxalifan bêdeng bikin e. Armanc ne cezakirina faîlên îstîsmarê ye."
 
DIVÊ LI GORÎ MUTABAKATAN ZAGON BÊN SAZKIRIN
 
Demîr, herî dawî li ser çareseriyê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: "Bi zagonên li dijî mafên mirovan îstîsmar nayê asteng kirin. Divê nerinên rêxistinên sivîl ên li ser îstîsmara zarokan lêkolîn dikin û xebatê dimeşînin nerîna wan jî bê girtin. Divê li gori mutabakatan zagon bên rastkirin. Divê malbat der barê îstîsmarê de bên zanekirin û ronîkirin. Divê zarok bê perwerdekirin. Divê zarokên keç û kur bi hevre bên perwerdekirin û zanekirin. Divê teqez bi dehan caran li zarokê mexdûr guhdar bikin. Divê rê li pêş travmaya wî bigirin. Ji bo vê yekê divê zagon li gorî rexistinên sivîl ên civakî û jinan bên rastkirin.