Li Enqereyê jinek hat qetilkirin

  • jin
  • 16:14 22 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Gulsum Kûyar a weke xebatkara paqijiyê li dibistaneke navçeya Sîncanê dixebitî, ji aliyê Mehmet Kûyar ê di pêvajoya berdanê de bû û derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin.
 
Gulsum Kûyar a weke xebatkara paqijiyê li dibistaneke navçeya Sîncana Enqereyê dixebitî, duh bi şev ji aliyê Mehmet Kûyar ê di pêvajoya berdanê de bû û derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat qetilkirin. Ji bo faîlê piştî Gulsum qetil kir ji cihê bûyerê reviya bê girtin, xebat hatin destpêkirin.