Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin

  • jin
  • 09:03 27 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Mîna Qazî ya di civaka Kurdistanê de wekî "Dayê Xanim" tê zanîn, di dema avabûna Komara Kurd a Mahabadê de pêşengiyeke girîng kiribû. Îro jinên Efrînê berxwedana Mîna Qazî dewam dikin.

Li ser wefata "Dayê Xanim" a kurdan Mîna Qazî re 20 sal derbas bû. Mîna Qazî di sala 1946'an de dema Komara Kurd a Mahabadê nû hat avakirin, di pêşengiyê de roleke girîng leyîst, di têkoşîna jinên kurd de bû xwedî mînakên girîng.
 
Mîna Qazî, di sala 1908'an de li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat dinê. Mîna Qazî di 19 saliya xwe de bi Serokomarê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mihemed re zewicî, ji bo axa xwe ji hêzên serdest biparêze têkoşîneke mezin meşand.
 
Mîna Qazî, ji bo mafên kurdan gelek tiştên nû pêk anîn. Şev û rojê xwe kir yek û ji bo jinên Mahabadê têkoşîn meşand, tax bi tax, mal bi mal, kuçe bi kuçe geriya û jin rêxistin kirin.
 
YEKITIYA JINÊN KURD AVA KIR
 
Her dem li dijî pîvanên ku mêran datînî pêşiya jinan tê koşiya. Mîna Qazî her dem digor ku dê jin bi yekitiya hêzê li dijî zoriyan bi ser kevin, di 14'ê Adara 1946'an de "Yekitî Afretanî Jinên Kurdistanê" (Yekitiya Jinên Kurdistanê) ava kir û bû seroka wê. Mîna Qazî, destnîşan dikir ku heke jin di warê birdozî de neyên perwerdekirin, dê ji bo civakê kêmasiyeke mezin derkeve holê. Ji bo jin perwerdeyê bibînin navendên perwerdeyê vekir.
 
'DAYÊ XANIMA' KURDAN
 
Kurdan ji wê re digot "Dayê Xanim". Ji ber ku ew axa ku ew li ser hatibû dinê, her dem xwedî lê derdiket û wekî zarokên xwe axa welatê xwe hembêz dikir. Mîna Qazî her dem di nava gelê xwe de bû. Mîna Qazî helwestên lîderî qebûl nedikir, heman hêst û dildariya welatparêziyê di zarokên xwe de jî ava kir. Mîna Qazî 8 zarokên wê yên bi navê Îsmaîl, Elîf, Îffet, Munîr, Fevziye, Suheyla, Pervîn û Meryem hene, nirxên Mahabadê yên ku bi têkoşînek mezin bi dest xistin, her dem ji zarokên xwe re vegot. Mîna Qazî, hemû pere û zêrên di kutiya xwe de li kaseya hateyê ya Mahabadê re bexişand. Jinên Mahabadî yên ji vê bandor bûn, zêrên xwe ji bo bankaya welat bexşandin.
 
Piştî Mahabad hat avakirin, demek şîn de hemû hişmendiyên yekparez ên serdest, êrîşê komarê kirin. Piştî îlana komarê, Mahabadê li dijî hêzên derve şer kir, di 17'ê Kanûna 1946'an de hat rûxandin.
 
TERKA MAHABADÊ NEKIR
 
Di vê navberê de rejîma Îranê ji bo Qazî Mihemed biryara darvekirinê derxist. Hemû ferdên malbatê û xizmên wê di hedefa rejîma Îranê de bû, lê Mîna Qazî Mahabad terk nekir û biryara xwe ya têkoşînê dewam kir. 
 
Keça wan Îffet Qazî ya li sirgûnê, dema li Swedê bû Komara Îslamî ya Îranê di sala 1988'an de li dijî wê êrîşeke bombeyî pêk anî û ew qetil kir. Mîna Qazî di 85 saliya xwe de hat girtin û îşkenceyên mezil lê kirin; lê tu carî ji têkşîna xwe tawîz neda. Mîna Qazî yekitiya gelê kurd berî her tiştî didît, di 28'ê Sibata 1998'an de li Mahabada ku gelekê lê hez dikir, çû ser dilovaniya xwe. Mîna Qazî ya ku li dijî rejîma Îranê ji bo gelê xwe têkoşîn meşand, sond xwaribû dê li ser axa xwe bimira û ew soza xwe jî anî cih. 
 
Jinên Efrînî yên ku têkoşîna Mîna Qazî dewr girtin, wekî wê tu carî dest ji axa xwe bernedan û îro li eniyên şer, kuçe, kolan, dikan, firin û di her qadên jiyanê de ji bo şerê şoreşê têkoşînê dimeşînin.