Name û kart ji jinên girtî re şandin

  • jin
  • 13:40 24 Sibat 2022
  • |
img
STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP’a Bakirkoyê bi rasthatina 8’ê Adarê ji bo jinên girtî name û kart şandin girtîgehê. 
 
Meclisa Jinan a Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bakirkoya Stenbolê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li avahiya navçeyê kom bûn û ji bo jinên girtî kartan amade kirin. Jinan name û kartên rengîn amade kirin û zerfên wan xemilandin. Jinan piştî ku name û kart amade kirin çûn Postexaneya Bakirkoyê û jinên girtî re şandin.