Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye

  • jin
  • 09:04 27 Sibat 2022
  • |
img
ENQERE - Li Îranê ku piştî Şoreşa Îslamê qanûn û rêgezên heyî li gorî berjewendiyên zilaman hatin danîn, ji sala 1980’an heta niha hemû çalakiyên 8’ê Adarê tên qedexekirin. Jina femînîst Bahar Hasanî dibêje, jinên ku êdî tehemûl nakin “rûmet” û “namûsa” hinek kesên din bên hesibandin, tevî hemû qedexeyan jî dê îsal li qadan bin. 
 
Dewleta Îranê bi şerîatê tê birêvebirin û Qanûna Bingehîn jî li ser esasên olê hatiye amadekirin. Di pergala Îranê de jin weke çîna duyemîn tê dîtin lê tevî hemû zextan jî pêşengtiya têkoşînê dikin. Li welatê Îranê ku ji Şoreşa Îslamî heta niha girêdana laçikan li jinan tê ferzkirin, hem çalakî û hem jî protestoyên jinan xwedî rabûrdiyeke kevne. Li dijî qedexeya laçikan a Ayetûllah Humeynî, di 8’ê Adara 1979’an de navenda çalakiyan bû Tehran. Jinên ku li Tehranê daketîn qadan, 6 rojan qad neterikandin û tevî hemû zextan û qanûnên şerîatê jî ev çalakiyên jinan hêj berdewam in. 
 
Yek ji qedexeyên ku li welêt ketiye meriyetê û jinan li derveyî jiyanê dihêle jî qedexekirina çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ne. Di vê pergala şerîatê de, 8’ê Adarê hatiye qedexekirin lê li hêla din her sal rojbûna keça Hz. Mihemed, Hz. Fatima weke “Roja Jinan-Dayikan” û “Roja Keçan” tê pîrozkirin. Her wiha 15’ê Sibatê jî weke “Roja Zilaman û Bavan” tê pîrozkirin. 
 
8’ê Adarê li Îranê herî dawî di sala 1980’an de hatiye pîrozkirin. Têkildarî têkoşîna jinan a li Îranê, femînîst Bahar Hasanî bi ajansa me re axivî. 
 
8’Ê ADARÊ QEDEXE YE
 
Hasanî da zanîn ku tevgera femînîst a jinan li Îranê her tim çalak bû û wiha dirêjî da axafina xwe: “Tevgerên jinan bi taybet jî piştî Şoreşa Îslamî, ji bo protestokirina qanûna şerîatê û ferzkirina laçikan derketin holê. Jinên Îranî, 8’ê Adarê pîroz nakin lê çalakiyên protestoyî dikin. Tevî qedexeyan, êrişên polîsan û girtinan jî jin dîsa li her bajarên welêt dadikevin qadan. 8’ê Adarê ji sala 1980'an heta niha qedexe ye û heta niha gelek jin bi sedema çalakiyên vê rojê hatine girtin. Mînak; di çalakiyên 8’ê Adarê ya sala 2018’an de zêdetirî 80 jin hatin girtin. Ji wan girtiyan 60 jê rojek piştre hatin berdan lê yên din hatin girtin. Lê tevî vê yekê jî li bajarên weke Tehran, Şîraz, Îsfehan, Tebrîz û yên din her sal çalakî tên kirin. Di 8’ê Adara sala 2006’an de jinan, çalakiyek li Meydana Baharestanê ya li pêşiya Meclisa Şêwirmendiya Îslamê ya Tehranê li dar xist. Di vê çalakiyê de polîsan bi dijwarî êriş kir. Piştî hilbijartina sala 2009’an a serokomariyê, çalakiyên jinan hatin qedexekirin.” 
 
TÊKOŞÎNA MAFAN A JINAN 
 
Bi domdarî Hasanî bi lêv kir ku jin dê di 8’ê Adarê de li dijî qanûnên ku jinan weke çîna duyemîn dibînin dakevin qadan û wiha derbirî: “Li Îranê zarokên kur, du qatî ji zarokên keç bêhtir mîrasê digirin. Welayeta zarokan bi tu awayî nadin jinan. Lê di pratîkê de mêr ji xwe naxwazin sexbêra zarokan bikin û bi hêviya jinan ve dihêlin. Her wiha mafê jinê yê hevberdanê jî nîne. Li Îranê jinên femînîst hene lê hejmara wan gelek kêm e. Nifşê nû zêdetir femînîstên radîkal in. Lê ji ber sazûmaniya li Îranê, zêdetir bi karên rojane ve mijûl dibin. Anku jinên Îranî neçar dimînin ku ji bo her mafekî li welatên rojhilat ji jinan re hatiye dayîn, têbikoşin.” 
 
BÊÎTEATIYA SIVÎL
 
Hasanî da zanîn ku jin, di karên herî biçûk ên rojane de jî bêîtaetiya sivîl dikin û wiha got: “Mirov dikare qedexeya cigareyê weke mînak nîşan bide. Kişandina cigareyê bo jinan qedexeye lê jin li xwaringeh û kafeyan cigareyan dikêşin, wêneyan dikişînin û parve dikin. Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê, çalakiyên herî mezin li dijî qanûna girêdana bi darê zorê ya laçikan bû. Her wiha jinên zewicî nedikariyan bêyî destûra hevjînên xwe derkevin derveyî welat. Yek ji aliyê van çalakiyan a girîng jî têkoşîna li dijî vê qanûnê bû. Di van demên dawî de yek ji çalakiya ku berbelav dibe jî çalakiya ‘kameraya min, çeka min e’ ye. Tacîz û tundiya li ser jinan, li Îranê gelek zêde ye. Jinên femînîst, bo vê pirsgirêkê çareseriyek dît ku ew jî teşhîrkirina wan e. Dema jin li kolanê rastî tacîz û tundiyê tên, dikêşin kamerayê û van zilaman parve dikin. Yek ji mijarên ku femînîstên Îranê li ser dixebitin jî ketina stadyûman, tevgerên li dijî zewacê û zexta bekaretê ye.” 
 
ROJA JINAN A REJÎMÊ
 
Hasanî, daxuyand ku “Roja Jinan û Dayikan” a rejîmê ji hêla jinan ve nayê naskirin û wiha axivî: “Hikûmeta şîa, Hz. Fatimayê weke nimûneyeke mînak nîşan bide û rojbûna wê jî weke ‘Roja Jinan’ pîroz dike. Lê bi taybet jî jin di van salên dawî de vê rojê qebûl nakin. Ji ber ku jin dibêjin Fatima bûye qurbana zewacên di temenê biçûk de û dest dirêjiya li dijî zarokan. Di demên berê de, di vê rojê de ji keçikên navên wan Fatima û Zehra re diyarî dihatin kirîn.”
 
TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ DIDIN
 
Bahar Hasanî anî ziman ku jin, li dijî “Roja Zilaman” jî têdikoşin û wiha berdewam kir: “Di vê rojê de li AVM û qadan xwarin û vexwarin tê belavkirin. Çaryêk, nîvzêr an jî pereyan didin karmendên dewletê. Ji bo femînîstan jî ew roj, roja çalakiyan e. Bi salan e jin vê rojê protesto dikin û dadikevin qadan. Her wiha li Îranê ‘Roja Keçan’ jî tê pîrozkirin. Her jina ku hîn nezewicî weke keç tê hesibandin û rojekî wiha bo wan çêkirin. Jin, vê rojê qebûl nakin û çalakiyan dikin. Ji bo ku jin nîşan bidin ne tenê dayik an jî keça kesekî ne, ev demekî dirêje têkoşîna xweserbûna xwe didin. Em dikarin bibêjin ku ev têkoşîna nasnameyê ye.” 
 
TÊGEHA NAMÛSÊ
 
Hasanî da zanîn ku di “Roja Zilaman” a îsal de jinan li ser onlinê kampanaya “Ez rûmeta kesekî nînim” daye destpêkirin û ev agahî dan: “Sedema vê çalakiyê jî qetilkirina Mona Haydarî ya di bin navê ‘cînayeta namûsê’ de bû. Jin êdî tehemûl nakin ku li Îranê ‘rûmet’ an jî ‘namûsa’ kesekî bin. Tehemûla me ya li hemberî vê nema ye. Em kesayetên serbixwe ne û em ê vê bi wan bidin fêmkirin.” 
 
BERTEKÊN LI DIJÎ REJÎMÊ ZÊDE DIBIN
 
Hasanî, anî ziman ku êdî hemû jin li dijî sepanên hikûmetê derdikevin û wiha pê de çû: “Mînak; dayika min kevaniya malê bû. Hikûmetê ewqas zext li ser jinan kir ku êdî dayika min çarşeva xwe derxist û niha qebûl nake ku di bin qanûnên heyî yên li Îranê de bi zilamekî re bizewice. Dibêje ku ‘zilam ji bilî bisînorkirina jiyana jinan, bi kêrî tiştekî din nayên.’ Niha gelek dayik bi vî rengî difikirin. Dayik hewl didin ku zarokên xwe bidin xwendin û bişînin derveyî welat. Jinên ciwan hewl didin ji xwe re kar bibînin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Naxwazin di bin zextan de bijîn. Jinên ku bi daxwaza xwe laçikan dixin serê xwe jî li dijî girêdana laçikan a bi darê zorê ne. Vê sepanê li dijî xwe weke heqaret dihesibînin. Em dikarin bibêjin ku li Îranê niha berxwedaneke jinan a xurt heye. Û jinên ji her beşên cuda yên civakê di vê berxwedanê de cih digirin.” 
 
LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ DAKETINA QADAN 
 
Herî dawî jî Hasanî ev tişt anî ziman: “Di demekî ku 8’ê Adarê nêz dibe de ez dixwazim vê bibêjim; ne tenê 8’ê Adarê lê her roj, roja jinan e. Ji ber ku em her roj li dijî newekheviyê li qadan in. Wekî hemû 8’ê Adaran, em ê di ya îsal de jî li qadan bin.” 
 
MA / Gozde Çagri Ozkose