Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin

  • jin
  • 09:33 3 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîham Loka diyar kir ku jinên Rojava niha jî ji bo azadiya tevahiya jinên cîhanê tedikoşin û got: "Avakirina şoreşê nayê wê wateyê ku me azadiya xwe bi dest xist û her tişt rehete. Em niha jî ji bo azadiya xwe û tevahiya jinên cîhanê têdikoşîn û di vê oxirê de jî bedelên giran didin." 

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re tekoşîna pêşxistin û avakirinê jî bi lez û bez dest pê kirin. Jinên ku beriya şoreşê di bin desthilatdariya rejîma Baasê de, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re pêşengtiya rizgarkirina herêmê kir. Jinên ku ji her gel û nasnameyan tev li şoreşê bûyîn, navên xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandin. Piştî şoreşê, ji bo avakirina civakeke li ser bingeha azadîxwaziya jinan, ekolojîk û demokratîk, bi taybet jî di avakirina sazî û dezgehên civakî de xebat hatin destpêkirin. Jin niha jî ji bo birexistinkirin û pêşxistina civakeke li ser bingehên polîtîk û exlaqî, bi rolekî mezin radibin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîham Loka, têkildarî xebatên jinan ên herêmê û girîngiya Şoreşa Rojava pirsên ajansa me bersivandin. 
 
 Beriya Şoreşa Rojava li herêmê pergaleke çawa hebû û di vê pergalê de jin xwedî rolekî çawa bûn? 
 
Hemû kes baş pê dizane bê ka beriya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişmendiyeke çawa dihat ferzkirin û pergaleke çawa dihat meşandin. Siyaseta ku roj bi roj dixwestin bidin meşandin û ava bikin li gorî hişmendiya rejîma Baas bû. Ji bo avakirin, pêşxistin û rê li ber vekirinê jin tune dihat hesibandin û pir lawaz bû. Bi rengekî hişk û li gorî pergala xwe tevdigeriyan da ku pêşî li jinan bigirin. Mixabin li tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Sûriyeyê rejîma Baasê pergaleke giştî bi rengekî hişk li ser civakê ferz dikir. Bi taybet jî li ser jinan û ciwanan. Jin û ciwan bi hinek qaliban dihatin perwerdekirin. Jiyana wan bi giştî dorbêçkirî bû. Tenê erkek dabûn jinê. Ew jî ew bû ku li malê bin, zarokan bînin û xîzmeta mal, zarok û mêran bike. Rolên jinan a xwedîbiryarbûn û pêşengiyê her ku diçû lawaztir dibû. Jin, ji hêla mêr, dewlet û baweriyê ve dihat dorpêçkirin. Jinan dikariya heta astekî bixwînin. Xwendina jinan şerm dihate dîtin û qedexe kiribûn. Li nava saziyek an jî dibistanekî pir kêmî caran mirov li rastî jineke berpirsyar dihat. Bi birêz Ocalan re, tariya ku jin tê de ronî bû. Ji bo avakirina xeta azadiyê ya jinan, projeyên mezin pêş xistin. Têkoşîneke mezin bo vê da. Gelo dê me li gorî perspektîfa birêz Ocalan çawa bikariya xeta azadiyê ya jinan ava bikira û biparasta. Ez dikarim bibêjim ku ev yeke hate avakirin. Em jinên Bakurê Sûriyeyê pir bi şens in ku me birêz Ocalan nas kir, jê hez kir û qebûl kir. Nexwe dê ji gelek tiştan bêpar mabûna û ewqas pêş neketibûna. Birêz Ocalan ji bo azadiya jinan, her tişt xist xîzmetê. 
 
Amadekariyên jinan ên şoreşê li herêmê kengî dest pê kirin? 
 
Birêz Ocalan beriya çend salan digot; ‘Her tim ji min re digotin, jinên kurd jinên herî nezan û paşvemayî ne. Lewma beriya her tiştî azadiya jinê dixwazim.’ Hemû projeyên jinan ji aliyê birêz Ocalan ve hatine pêşxistin. Lewma em xwe bo wî deyndar dibînin û divê ji bo azadiya Ocalan jî tekoşîneke mezin bidin. Çîrûska yekemîn a şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê berxwedanê, li Kobanê dest pê kir. Ji ewil jî jin daketin qadan. Yên doza azadiyê dikirin jin bûn. Çima jin bûn? Ji ber ku bingeheke jinan a perwerdehî, rêxistinkirin û avakirinê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ava bûbû. Ji ber ku yekemîn rêxistina li Rojava hatiye avakirin, rêxistina jinan bû. Ew rêxistin jî di 2005’an de bi navê Yekitiya Star hate avakirin. Vê rêxistinê, di hêla perwerdehî û rêxistinkirina jinan de xebatên xwe dan destpêkirin. Bi van xebatan re ji Şoreşa Rojava re bingehek hat avakirin. Em nikarin bibêjin şoreş di van çend salên dawî de dest pê kir. Şoreşa, dema ku birêz Ocalan li Sûriyeyê dest pê kir. Şoreş, ew bi xwe bû. Şoreşa me weke şoreşa jinan hate penasekirin. Ji ber ku ên ku di tevahiya qadên civakê de cih girtîn û pêşengtî kirîn, jin bûn. Heke em bikarin vîna jineke azad ava bikin, wê demê em ê bikarin neteweya demokratîk jî ava bikin. Ev hişmendiya hişk, bi civaka aşitîxwaz û azadîxwaz hate guhertin.
 
Piştî şoreşa Rojava, jin li herêmê çi destkeftî bi dest xistin?
 
Jinan ji bo bilindkirina asta tekoşîn û berxwedanê bedelên gelek mezin dan. Ji bo ku xwe bigihînin malbata û ji bo pêşxistina zanebûniyê, bi şev û roj xebitîn. Civak bi rengê zanistê hat perwerdekirin. Divê di navbera jin û mêr de aramiyek bê avakirin ku karibin malbateke demokratîk jî bi hevre ava bikin, bikarin sazî û civakekî pêkve birêve bibin. Cudahiya di navbera beriya şoreşê û piştî şoreşê ev bû. Ji bo perwerde û birêxistinkirinê gelek xebat tên meşandin. Jin, di her qadên jiyanê de hene û bi çalak xebatan dimeşîne. Ne tenê jinên kurd. Bi pêşengtiya jinên kurd, hemû jinên herêmê hatin perwerdekirin û birêxistinkirin. Çi ereb, çi kurd an jî tirkmen û suryan ên herêmê, bi dilxwazî beşdarî xebatan bûn. Li ser wan qaliban ferz dikin. Çima? Ji ber ku dibînin ku keça cîranên wê jî derdikevin û bi rojane pêşketin çêdibe. Jin êdî dibêjin,'Ez jî dikarim.' Bi nêrîna 'Ez jî dikarim' em hêzê didin jinan. Ev xebate tevahî ji bon bilindkirina asta têkoşînê ye. Pergala ku li ser me dihat ferzkirin êdî nema qebûl dikin û nema jî tê qebûlkirin. Pergala ku bi desthilatdariyê û zorê xwe dide ferzkirin êdî em qebûl nakin. Em hewl didin bi hev re jiyaneke komunal, hevbeş û xwezayî pêş bixin. Yên ku tehma vê jiyanê hilgirtîn, mimkin nîne ku êdî serê xwe ji desthilatdariyê re bitewîne. Kesê ku jiyana azad tehm kiriye niha ji bo azadiyê têdikoşin.
 
Jin çawa tev li şoreşê bûn? 
 
Daxwaza azadiyê di dilê her jinekî û ciwanekî de lê xist. Dema ku şoreş destpêkirî, dildarên azadiyê û dildarên neteweya demokratîk daketin qadan. Bi hezkirineke mezin doza azadiyê kirin. Tevahî malbatên ku birêz Ocalan nas dikirin û bi vê rêxistinê ve girêdahî bûn, li qadan bûn. Ji ber wê jî biçûk, mezin, jin û mêr bi hevre daketin qadan. Pêşwazîkirina jinan a şoreşê bi vî awayî bû. Jin ne xerîbên şoreşê bûn. Weke ku me diyar kirî, di sala 2005'an de hatibû avakirin. Rejîma Baasê desthilatdar bû û ev pergala dida meşandin. Lê jinan bi veşartî xebatên xwe yên şoreşê didan meşandin. Bi rengeke veşartî xwe digihandin hevdu û xwe perwerde dikirin, birêxistin dikirin. Ji bo wê jî jinên ku xwe birêxistin kiribûn, bi çîrûska azadiyê daketin qadan. Her wiha dikaribin ku bi hezaran malbat û ciwanan perwerde bikin. Li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk, têkoşîma xwe roj bi roj pêş xistin. 
 
Beriya ku bajar bên rizgarkirin, di wan bajaran de pergalek dihat rûniştandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan cara ewil Yekitiya Star ava kirin. Lê Yekitiya Star di sala 2016'an de berfirehtir bû. Hemû kesên li herêmê rêziknameyên Kongreya Star xwendin û qebûl kirin. Me dît ku tevlibûn xurtir dibû. Lewma me pêwîstî pê dît ku Yekitiya Star veguherînin Kongreya Star. Jinên ji hemû pêkhateyan û di her temenî de beşdarî rêxistina jinan bûn. Em dikarin vê yekê weke gavên pêşketina şoreşê binirxînin. Êdî ne tenê saziyên jinan lê gelek rêxistinên jinan jî hatin avakirin. Ji ber ku axa Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dikare vê projeyê qebûl bike. Kongreya Star hin bêhtir hate berfirehkirin. Li hêla din jî Meclisa Jinên Sûriyeyê hate avakirin. Zanistan jinan anku Jineolojî hate avakirin û qadên ku tenê jin lê dixebitin hatin avakirin. Şoreşê jin bi vî rengî hembêz kir. Jinan bi xwe saziyên xwe ava kirin û niha jî ew bi xwe van saziyan rêve dibin. Bi aştiyane û demokratîk birêve dibin ku bikarin bibin hêza çareserkirinê. Her kesê ku ev pêşketin bi çavên xwe di dît, beşdar bû û bi vê re jî tevlibûn zêde bû. Li herêmên rizgarkirî di van demên dawî de saziyên jinan ên nû hatin avakirin. Jinan, li van herêman navend û saziyên xwe ava kirin. Li Reqa, Minbic û Dêrikê jî rêxistinên ji pêkhateya ereb hatin avakirin. Di halê hazir de bi hezaran jin niha bo azadiya xwe li qadanin. Sazûmankirina şoreşê nayê wateya ku jin azad bûne û êdî her tişt rehete. Em niha jî ji bo azadiya xwe û hemû jinên cîhanê têdikoşîn û di vê rêyê de bedelên giran didin.
 
 Çi xebatên Kongreya Star li herêmê hene?
 
Yek ji xebatên me jî ji bo azadiya birêz Ocalan e. Ji ber ku yê ev projeye daniye pêşiya me, birêz Ocalan bû. Em îro dibînin ku jinên kurd bûne mînaka tevahiya cîhanê. Herkes dixwaze ku li welatê wan ev projeye pêş bikeve. Em dibînin ku niha li her devera cîhanê jin li qadan in û saziyên xwe ava kirine. Yek ji peywira Kongreya Star jî perwerdekirina zilaman e. Kongreya Star li bajarê Kobanê hate destpêkirin. Her wiha li Efrîn, Şehba û Cizîrê ji bo guherîn û veguherîna hişmendiya zilam, me projeyek daye destpêkirin. Jin û mêr tên perwerdekirin. Civaka ku em dixwazin ava bikin, dê vê hişmendiyê qels bike. Ji ber wê jî bi jinek û zilameke azad jiyaneke hevbeş ava bikin. Dewreya vê perwerdeyê hatiye destpêkirin. Em, hejmareke zilaman kom dikin û li ser çanda neteweya demokratîk bernameyeke berfireh tê dayin. Semîner, perwerde, şopandin û nîqaş ji hêla Kongreya Star ve tên meşandin. Me dît ku di vî alî de encamên baş tên bidestxistin. Kongreya Star ne tenê jinan perwerde dike lê di heman demê de mêran û ciwanan jî perwerde dike. Mebesta me ew e ku ev şoreş bo hemû cîhanê bibe mînak û hemû kes vê şoreşê weke tecrûbeyeke rast pêk bîne.