Êrîş kir lê tenê doza 'heqaretê' lê vekir

  • jin
  • 11:51 6 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL - Peywirdarê Ewlehiyê yê li Parka Maçka êrîşî Çagla Kose kir, tenê doza "heqaret kiriye" lê hat vekirin. 

Di 31'ê Tîrmehê de li Parka Demokrasî ya Maçka ya Stenbolê peywirdarê ewlehiya taybet Savaş Î., êrîşî Çagla Kose kiribû. Piştî Kose glî kir lêpirsîn vebû. Dozger, di çarçoveya lêpirsînê de doz vekirin û cih da îfadeyên şahidên bûyerê.  Dozger der barê Savaş Î. de bi sedema "vekirî tahrîk kiriye" û der barê Kose de jî bi sedema gotinên wê "Heqaret in" doz vekir. Dozger der barê Savaş Î., bi îdîaya "heqaret" kiriye ji 3 mehan heta 2 salan ceza xwest. Der barê Kose de jî bi îdîaya "Heqaret kiriye jî kêmî salekê ceza xwest.