Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 11:11 4 Adar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Jina bi navê Emîne Sapmaz li Menemen a Îzmîrê hate qetilkirin. Tê gotin ku Sapmaz, ji hêla hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin. 
 
Dayika Emîne Sapmaz (52), Meral N. ev demek bû tu agahî ji keça xwe ya li Taxa Ulucak a navçeya Menemen a Îzmîrê dijiya nedigirtin. Li ser vê yekê fikarên wê zêde bûn agahî da polîsan. Bi agahiya Meral N. re polîs çûn mala Emîne Sapmaz û hevjînê wê Munur Sapmaz (52). Polîsê çûyîn malê, dîtin ku her du jî mirine. 
 
Di lêkolîna polîsan de diyar bû ku Munur Sapmaz bi çekê hatiye kuştin û hevjîna wî Emîne Sapmaz jî hatiye xeniqandin. Li ser qirika Emîne Sapmaz şopên neynûkan hatin dîtin. Tê gotin ku Munur Sapmaz ji ewil hevjîna xwe qetil kiriye û piştre jî xwe kuştiye. Cenazeyên wan ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. 
 
Lêpirsîna derheqê bûyerê de berdewam e.