Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê

  • jin
  • 16:10 4 Adar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berdeqareman a Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Di şahiyê de jinan banga azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û li ber stranan govend gerandin. 
 
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li devera Berdeqareman a Silêmaniyê şahiyek li dar xistin. Bi sedan jin beşdarî şahiyê bûn. Li qada şahiyê standên pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullan Ocalan, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn. 
 
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê, peyama hevpar a RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji hêla Şoxan Mehemed ve hate xwendin. Di peyamê wiha hat gotin: “Em, hemû jinên têkoşer silav dikin. Divê hemû jin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin ku bûye mîmarê azadiya jinên bindest û taybet jî jinên kurd. Em dibêjin dê ev sedsal bibe sedsala jinên azad. Têkoşîna jinên kurd, niha li tevahiya cîhanê bû jinan bûye hêvî.”
 
Piştî axaftinan jî Koma Em a Rojhilatê Kurdistanê, hunermend Jîna Saqiz û Koma Jin MA a ji Bakurê Kurdistanê derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Beşdaran jî li ber stranên hunermandan xelekên govendê girê dan û bi coşeke mezin lîstin.