‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’

  • jin
  • 17:04 5 Adar 2022
  • |
img
KOCAELÎ -  Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, jinan li ber deriyê Girtîgeha Kandirayê daxuyanî dan. Çalakvanan diyar kir ku bi polîtîkaya dijminane nêzî girtiyên nexweş dibin û wiha hat gotin: “Girtî li hundir û em jî dê li derve li ber xwe bidin.” 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ku bi dirûşma ‘Em ê bi hev re biguherînin, niha dema jinan e” pîroz dike, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Girtîgeha Kandirayê daxuyaniyek da. Dema jin ber bi girtîgehê ve diçûn, cendirmeyan 3 km dûrî girtîgehê rê li ber girt û li nasnameyên wan nihêrt. 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên jin ên HDP’ê, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Gurşenay, nûnerên rêxistinên jinan û jinên hiqûqnas tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankarta “Azadî ji girtiyên jin re” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo Ayselê edalet, ji bo jinan edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Di daxuyaniyê de Esengul Demîr diyar kir ku dewlet li dijî jinên kurd sepanên cezakirinê yên taybet bi kar tîne û wiha got: “Em dixwazin ku rêhevalên me yên bi rengekî derhiqûqî hatine girtin, di demekî herî nêz de bên berdan. Tevî ku nexweşiyên girtiyên nexweş tên zanîn jî, bi zanebûn nayên berdan û li benda mirina wan disekinin. Lewma em dixwazin ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
‘BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ NÊZ DIBIN’
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Kandirayê û got ku Garîbe Gezer hatiye qetilkirin. Gunay, mirina Garîbe Gezer weke cînayeta jinan pênase kir û da zanîn ku dê hesabê wê bipirsin. Bi domdarî Gunay ev tişt anî ziman: “Di şexsê Aysel Tugluk de diyar dibe ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan dibin. Jinan ev nêzikatî red dikin û em ê tu carî qebûl nekin jî. Bi taybet jî li dijî girtiyên nexweş, polîtîkayeke dijminane heye. Ji bo ku bibin dengê rêhevalên xwe em îro hatin vê derê. Ji bo ku bibin dengê qîrîna Garîbeyê û bibin dengê Aysel Tugluk. Em careke din dibêjin, ew li hundir û em jî dê li derve li ber xwe bidin.”