Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin

  • jin
  • 09:13 6 Adar 2022
  • |
img
WAN - Seroka Komeleya Jinan a Starê Dîlan Kûnt, diyar kir ku li Wanê di mehekê de 4 jin hatine qetilkirin. Kûnt, bal kişand ser sûcên ku tiliya kesên biunîforma û got: "Em ê dev ji kiryarên tiliya wan di sûcên li hemberî jinan de bernedin û wan teşhîr bikin." 
 
Êrişên zayendparêz ên li hemberî jinan didomin û polîtîkaya jinan a desthilata AKP'ê dibe sedema mirina jinan. Ji bajarên ku sûcên li hemberî jinan lê zêde dibin yek jê jî Wan e. Li Wanê di meha Çileyê de 4 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 
 
Seroka Komeleta Jinan a Starê Parêzer Dîlan Kûnt, diyar kir ku di qetilkirina jinan de kiryar hincetên wekî "namûsê" derpêş dikin û bi vî awayî dixwazin cezayê wan bê kêmkirin. Kûnt ku got "ji ber ku pergal li hemberî mêran tiştekî nake cinayet zêde dibin, destnîşan kir ku cinayetên jinan polîtîk in. 
 
PEYMANA STENBOLÊ
 
Kûnt, diyar kir ku Peymana Stenbolê destkeftiyeke têkoşîna jinan bû û got: "Çendî ji meriyetê hatibe rakirin jî, di pratîkê de nayê wateya ku têkoşîna jinan paş de çûye. Lêgerîna jinan a ji bo mafan didome. Ji lew re dosyeyên me hê jî li Şûraya Dewletê ne. Têkoşîna me ya ji bo hiqûqê didome. Çawa ku bi têkoşînê bi dets hatibin xistinî ji bo ji dets neçin jî dê biryardariya me bidome." 
 
GELEK SERÎ LI KOMELEYÊ DIDIN
 
Kûnt, bal kişand ser sûcên li herêmê li hemberî jinan tên kirin û bal kişand ser kesên bi unîforma yên wekî esker, polîs û cerdevan. Kûnt, bilêv kir ku tahdeya kesên bi unîforma ji sala 2016'an ve didome û ji Colemêrg û Wanê gelek jin serî li komeleyê didin. Kûnt, destnîşan kir ku ev kes hêza dewletê bi kar tînin û tahdeyê li jinan dikin û got, ev girêdayî polîtîkaya şerê li herêmê tê kirin. 
 
'EM Ê DEV JI WAN BERNEDIN'
 
Kûnt, bibîr xist ku li Wanê polîsên dets dirêjî jinan kirine di operasyona fuhûşê de hatine binçavkirin û got: "Di operasyonên fuhûşê de derket holê ku polîs jî di nav de ne. Li gor beyanên mexdûran, ev kes pişta xwe disipêrin unîfromayê cwe. Ev jî nîşan dide ku Wezareta Karên Navxweyî karbidestiyeke bêsînor daye wan. Bûyerên bi vî rengî ji sala 2016'an heya niha didomin. Em ê tu carî dev ji van kesan bernedin û em ê her tim wan teşhîr bikin." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç