Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê

  • jin
  • 15:46 6 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin daketin qadan û diyar kirin ku ew bi ruhê coşa 8’ê Adarê dê biherikin qadên Newrozê. Jinên Cizîra Botan jî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê meşek li dar xistin. 

 
Bi pêşengiya Tevegera Jinên Azad û (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê ku ji 25’ê sibatê ve çalakî û şahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên lidarxistin, berdewam dikin. Îro jî bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên  Tirkiyê şahî û çalakî hatin lidarxistin. Jinên ku li gelek bajaran daketin qadan daxwazên xwe anîn ziman. 
 
ŞIRNEX 
 
Bi pêşengiya TJA’yê û Meclîsa Jinan HDP’ê jinên navçeya Cizîra Botan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda kurdî meşek girseyî li dar xistin. Meşê ji Taxa Yafesê dest pê kir û li ber Parka Ataturkê bi dawî bû. Di meşê de dirûşm hatin berzkirin. Piştî meşê Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe mezintir û berfirehtir bikin. Îmîr anî ziman ku êrişên îktidarê yên li ser jinan didomin û got: “Wê ne li Botanê wê ne li tu deverê din jin koletiyê qebûl nekin.” Îmîr bal kişand ser zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî û got: “Dixwazin zimanê 40 milyon kurd qedexe bikin. Lê hûnê negihîjin mexseda xwe. Divê ku zimanê kurdî tavilê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Dixwazin izmanê me tune bikin. Lê em ê her xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em wek jinên kurd minetdarên Melayê Cizîrê, Celadet Alî Bedîrxan in ku piştevaniya dewlemendkirina ziman û çanda me kirine.” 
 
Piştî axaftinan li ber erbaneyan govend gerand û jinan destnîşan kir ku ew ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. 
 
RIHA
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê jî bi wesîleya 8’ê Adarê li Meydana Topçu daxuyanî dan çapemeniyê. Jin li Parka Alî Şellî li hev kom bûn tevî astengiya polîsan jî heta Meydanê meşiyan. Jinan dirûşm berz kirin û piştî gihîştin meydanê daxuyanî dan. Hevseroka Egîtîm Sena Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya têkoşîn û azadiya jinan û got ew ê wek platformê li cem Emîne Şenyaşar in. 
 
Piştî daxuyaniyê govend hat gerandin û çalakî bi dawî bû. 
 
SEMSÛR
 
Platforma Jinan a Bajarê Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî dan. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Suphan Denîz daxuyanî xwen û destnîşan kir ku ew xwedî li xwe û mafên xwe derdikevin, dê rê nedin polîtîkayên şer û dagirkeriyê û dê xwedî li hemû rengên xwe derkevin. 
 
Piştî daxuyaniyê jinan li erbaneyan dan û govend gerandin. 
 
MÊRDÎN
 
TJA’yê û Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê li gundê Ewîna bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ve şahî li dar xistin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay beşdarî şahiyê bû. Jinan di şahiyê de dirûşm berz kirin û li ber def û zirnê govend gerandin. Ebrû Gunay di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku jin bi coşa jinan ber bi azadiyê ve dimeşin û got: “Em ê bi coşa 8’ê Adarê xwe bigihînin qadên Newrozê.” Gunay banga tevlibûna mitînga 8’ê Adarê ya li Nisêbînê kir. 
 
MELETΠ
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Meletiyê jî li navçeya Yazihanê şahiya jinan li dar xist û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Pankart di şahiyê de hatin vekirin  û ji bo qûrbaniyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Endama Meclîsa HDP’ê Bedriye Yorgun axivî û destnîşan kir ku ew ê wek jinan her rojê bikin 8’ê Adarê û wê berxwedana jinan bi ser bikeve û heta azadiyê dê têbikoşin. 
 
Piştî axaftinan jinan li ber stranên Grûba Muzîkê ya Kolektîfa Batan govend gerandin. 
 
WAN
 
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê li taxa Xaçorta navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şahiya jinan li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinan bênavber dirûşm berz kirin. Hevseroka HDP'a Wanê Handan Karakoyun û Parlamenter Muazzez Orhan axivîn û banga tevlibûna mitîna 8'ê Adarê ya dê li ber Parka Mûsa Anter bê lidarxistin kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
TETWAN
 
TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê li navçeya Tetwana Bedlîsê li eywanek dawetê şahî li dar xistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn, aktîvîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdar bûn. Di şahiyê de dirûşm hatin berzkirin û govend gerandin. Dîba Keskîn û Feleknas Ûca di şahiyê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîn û azadiya jinan. 
 
Şahî bi konsera hunermend Xecê bi dawî bû. 
 
AMED 
 
Endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ji bo banga tevlibûna mitînga 8'ê Adarê ya dê roja sêşemê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin, belavok belav kirin. Endamên Platformê jinan vexwendin mitîngê.