Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye

  • jin
  • 14:50 7 Adar 2022
  • |
img
STENBOL - Meclisên Jinan ên HDK’ê bi boneya 8’ê Adarê peyamek parve kir û wiha got: “Weke jinên ku mohra xwe li dîroke xistine, em ê cihê xwe di nava berxwedan û têkoşînê de bigirin. Êdî hîn bibin; em naçin û xelas nabin. Em ê bi ser kevin.” 
 
Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî serdestiya mêr, şer, newekheviya zayenda civakî, zext, tundî û kedxwariyê, ev 165 sal in jin bi dirûşma “Bijî têkoşîna me jinan a azadiyê” diqîrin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di sala 2021’an de 350 jin ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin û 213 jin jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Jinan destnîşan kir ku daraza mêr, hemû cureyên tundiyê yên li dijî jinan parastine û hemû pîvanên hiqûqa gerdûnî binpê kirine. Bi domdarî jî bal kişand ser Peymana Stenbolê û diyar kir ku dê bi tu awayî dev ji vê peymanê bernedin. Di daxuyaniyê de rewşa girtîgehan jî hat bibîrxistin û ev tişt hatin parvekirin: “Tundiya mêr-dewletê ne tenê li derve lê li hundir jî didome. Bi sedan girtiyên nexweş, ji ber biryarên ATK’ê yên siyasî jiyana xwe ji dest didin. Bi biryara ji bo Aysel Tugluk re jî hemû jinên berxwedêr tên tecrîdkirin. Em di şexsê Garîbe Gezer de, hemû rêhevalên xwe yên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.” 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 8’ê Adarê de em ê bi hemû xwîşkên xwe re bin ku li kolanan digotin; ‘Heke tu bêhêvî bûy, vê qelebalixê bîne bîra xwe.’ Weke parçeyeke vê qelebalixê, weke jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine, em ê dîsa di têkoşînê de cih bigirin. Êdî bi elimin ji ber ku em li vir in; em naçin, em xelas nabin. Em ê bi ser kevin.”