Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin

  • jin
  • 09:06 8 Adar 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Perwerdekara xweparastinê Buşra Yeşîlbaş, diyar kir ku xweparastin ji hewldaneke fizîkî wêdetir, hewldaneke li hemberî hemû awayên tahdeyê ye û tekane rêya li hemberî pergala nêrza ya vê têkoşînê wekî "sûc" nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûyîn e. 
 
Jinên li hemberî rolên civakî yên li wan tên ferzkirin şer dikin, her awayê tahdeya paşverû ya mêran red dikin û tim xwedî helwesteke dijberî vê ne. Ev liberrabûn, ji dîrokê heya niha esasa sereke ya têkoşîna li dijî tahdeyê ye. Lê îro ro gava jin ji bo jiyana xwe biparêzin li hemberî tahdeya mêran xwe diparêzin tên cezakirin û mafê xweparastinê ji bo wan nayê qebûlkirin. 
 
Em bi boneya 8'ê Adarê bi Buşra Yeşîlbaşê ya li atolyeyên Mor Dayanişmayê (Piştevaniya Mor) dersên xweparastinê dide, li ser xweparastinê axivîn. 
 
CUREYÊN XWEPERASTINÊ
 
Yeşîlbaş, destnîşan kir ku hemû rabûnên li ber tahdeyê xweparastin e û xweparastin di heman demê de serîrakirin e. Yeşîlbaş, bilêv kir ku xweperastinê têkoşîneke çalak a li hemberî fikira serdest a girêdayî rolên zayendiya civakî ye û got: "Mirov dikare vî awayê xweperastinê, ji hewldaneke fizîkî wêdetir, wekî hewldaneke rêzgiriya ji bo kes û civakê jî binirxîne. A rast têkoşîna hiqûqî yan jî piştgiriya di warê derûnî de jî xweperastin e. Ew qîrîna li hemberî tacizê ku em li kuçeyê, di otobêsê de rastî wê tên jî, xweperastin e. Her wiha teşhîrên li ser medyaya sanal jî awayekî xweperastinê ye." 
 
TÊKOŞÎNEKE DÎROKÎ
 
Yeşîlbaş, bilêv kir ku jin bi sedan sal in li hemberî pergala baviksalariyê têdikoşin û xwe diparêzin û got: "Em ji bo bijîn, hemû mekanîzmayên xweperastinê dikin perçeyek jiyana xwe. Li Tirkiyeyê xweperastin bi Nevîn Yildirimê re hat nîqaşkirin. Girîngiya xweperastinê nîşanî me da. Gava behsa xweparastinê tê kirin, ewilî awayên tahdeyê tên bîra mirov. Wekî parastineke çekdarî tê nîşandan. Ev ne pênaseyeke rast e. Xweperastin, tenê ne parastineke li hemberî tahdeyê ye, bi her awayî parastina jiyanê ye. Awayekî refleksa ji bo jiyanê ye ku ji berê de jin serî li vê didin. Divê rasterast awayekî têkoşîna çekdarî yan jî şerkirinê neyê bîra me. Ev awa, tenê hin hêlên xweperastinê ne."
 
Yeşîlbaş destnîşan kir ku hemû rabûnên li ber tahdeyê xweperastin in û got: "Bi sedan salin em di nava pergaleke wisa de ne ku me hepsî malan dike, bi tahde û mirinê re rû bi rû dihêle. Lewma têkoşîna me ya xweperastinê jî dîrokî ye. Jin, bi sedan sal in bi awayine cuda xwe diparêzin." 
 
RÊXISTINBÛNA KOLEKTÎF
 
Yeşîlbaş, destnîşan kir ku pirî caran jin li hemberî tiştên tên serê wan nikarin biqîrin jî. Yeşîlbaş, diyar kir ku sedema vê ew e ku serdestiya mêr bedenên wan û xwebaweriya wan fetisandiye û got: "Li hemberî vê, bi sporên fizîkî jinûve keşifkirina hêza xwe girîng e. Gava li kuçeyê, li malê, li kampusê an jî li kargehê em bi tahdeyê re rû bi rû man, ewilî divê em zanibin bê xweperastin çi qasî rewa ye û divê em ji bîr nekin ku ji bo pêkanîna wê pêdiviya me bi wêrekî, hêz û teknîka wê heye. Ji bo v gelek hunerên xweperastinê hene. Mesela, Wen-Do (rêya jinê). Ev temamî hunereke şerkirinê ya jina ye. Xweperastin ji xeynî çalakiya xweperastinê ya şexsî, rêxistinbûyîna kolektîf e jî."
 
ATOLYEYÊ SERWEXTKIRINÊ
 
Yeşîlbaş, diyar kir ku ew Mor Dayanişma 8 sal in atolyeyên xweparastinê li dar dixin û got: "Em li atolyeyên xwe tenê li ser xweperastina fizîkî nasekinin, di heman demê de em li ser serwextbûnê jî disekinin." 
 
JI BO JIYANÊ XWEPERASTINÊ
 
Yeşîlbaş, bal kişand ser helwesta pergala darazê ya li hemberî kesên xwe diparêzin jî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê darazeke ku jinan ceza dike û mêran xelat dike heye. Yeşîlbaş, bilêv kir ku tekane rêya li hemberî pergala nêrza ya ku vê têkoşînê wekî "sûc" nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûyîn e.
 
Yeşîlbaş, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku xweperastin ji bo hemû jinan bivê nevê ye û got: "Em jî ji bo em li her derî xwedî li jiyana xwe û mafên xwe derkevin, em ê di atolyeyên xweperastinê de bên cem hev du û têkoşînê bilindtir bikin." 
 
MA / Semra Tûran