Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin

  • jin
  • 13:54 10 Adar 2022
  • |
img

ENQERE - Di daxuyaniya ku ji bo 13 jinên ji Doza Kobanê tên darizandin de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran got: "Bi rêbazên xwe yên têkçûyî û berê jî hatine ceribandin hûn nikarin bi jinan gavê paşde bidin avêtin."

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel rêxistinên jinan û hiqûqzanên jin re ji bo 13 jinên ku ji Doza Kobanê tên darizandin li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê ku danişîn lê tê lidarxistin, daxuyanî dan.
 
'BÛNE HEDEFA DARAZA SIYASÎ' 
 
Di daxuyaniyê de Berdevaka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî, pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên berî bi du rojan hatin kirin bi bîr xistin û got: "Jinan berî bi du rojan 8'ê Adarê li qadan û li kolanan pîroz kirin. Li Tirkiyeyê ku her roj li jinan tundî tê kirin vê carê jî jin bûne hedefa daraza ku hatiye siyasîkirin. Ji ber wê em îro bi Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) , Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û bi hevalên parêzer ên jin re hatin daneşîna Doza Kobanê ku bûye doza têkoşîna jinê tê de tê darizandin."
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN' E
 
Başaran destnîşan kir ku ji vê dozê 13 hevalên wan ên jin girtî ne û wiha domand: "Hevalên me yên jin jî ewên ku li Tirkiyeyê têkoşîna jinê rêve dibin û hemû jiyana xwe dane ser vê têkoşînê ne. Hevalên me yên jin ji ber ku êrîşa DAIŞ'ê ya li heberî Komanê şermezar kirin,  li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê sekinîn, li gel şêniyên Kobanê cih girtin û li gel jinên Kobanêyî sekinîn niha ji Doza Kobanê tên darizandin.  Lê em dixanin ku hêza van eywanên dadgehê, têra têkoşîna jinê, têkoşîna kurd û têra ku bindestan darizîne nekir. Ji roja ewil û hetanî niha hevalên me Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Fîgen Yukskdag, Aysel Tugluk, Gulser Yildirim û jinên ku me nikaribû navê wan li vir bijimêrin diyar kirin ku di  vê dozê de ew nayên darizandin û didarizînin.  Em jî careke din ji hevalên xwe re diyarbikin ku em li gel wan in û em ê tişta li eywanên dadgehê dibêjin li her derê belva bikin."
 
'WÊ JIN PAŞDE GAVÊ NEAVÊJIN'
 
Başaran anî ziman ku jin carek din bi girseyî xwedî li 8'ê Adarê û têkoşîna xwe derketine û wiha got: "Em jî ji vir careke din bi taybetî bang li rêxistinên jinan dikin .Werin em bi hev re vê  doza kumpasê vala derxînin.  Werin em careke din bi hev re xwedî li têkoşîna jinê derkevin û biparêzin. Em ji vir dixwazin carke din bang li îqtîdarê bikin. Dest ji çareserkirina pirsgirêkên qedîm ên vî welatî li eywanên dadgehan berdin û bes  bi rêya eywanên dadgehan pirsgirêkên qedîm ên vî welatî ji nedîtî ve bên.  Hûn bi ser nektin. Ji ber ku ne jinan û ne jî Gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên we gav paşve neavêtin. Tu hevalên me polşman nebûn .Ji ber ku tuştekî jê poşman bibin tune ye. Ji bo ku li vî welatî jin jiyaneke azad ava bikin û ji bo ku gel bi hev re bi awayê wekhev bijîn têkoşîn dan û bi caran gotin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi rêbazên xwe yên têkçûyî û berê jî hatine ceribandin hûn nikarin bi jinan gavê bidin avêtin. Em ê daneşînê bişopînin û tiştên ku dibêjin li her derê belav bikin."
 
'JIN JI BO AZADIYÊ TÊDIKOŞIN'
 
Piştî Başaran, Seroka Komeleya Rosayê Adaletê Kaya axivî û wiha got: "Wekî komeleyên jinan em îro ji bo ku hêzê bidin jinên tên darizandin li vir in. Ji ber ku jinên tên darizandin em hemûyan ji berê de nas dikin û hevrêyên me ne.  Wan ji bo têkoşîna jinê ked dane. Ew jinên ku li her qadê ji bo azadiya jinê û jibo cîvakîbûna aştiyê ked dane ne. Dibe ku wekî  îro ev jin li vir tên darizandin bê dîtin, lê di esasê xwe ev jin bixwe vê pargala ku bingeha xwe ji tudiyê digire didarizînin.  Ji bo ku em bibêjin em li gel wanin em hatin vir."
 
'ME HEVRÊYÊN XWE TENÊ NEHIŞTIN' 
 
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan jî axivî û diyar kir ku wekî jinên OHD'yî û parêzerên OHD'ê her li gel muwkîlên xwe bûne û wê jî îro şûnde jî li gel wan bin û got: "Ji ber ku muwekîlên me dixwazin zimanê di siyasetê de serdest biguherînin hewl didin wan darizînin. Me hevrêyên xwe berê jî tenê nehiştin û ji îro şûnde jî wan tenê nahêlin."
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.