Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir

  • jin
  • 13:34 28 Sibat 2018
  • |
img
EDENE - Jinên endamên KESK’ê ya Edeneyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir. 
 
Jinên Endamên Konfedarsyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Edeneyê bi boneya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Şaxa Egîtîm Senê Seçîl Sonmez axivî û behsa têkoşîna 8’ê Adarê kir û ew hemû ferzkirinên li ser jinan red dikin û dê ji bo vê yekê li qadan bin. 
 
Bernameya jinan wiha ye: 
 
“* Di 1’ê Adarê de saet li 12.30’an Platfomra Jinan a Edeneyê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. 
 
* Di 6’ê Adarê de saet li 11.00’an dê li dijî pêkanînên li ser jinan jinên KESK’ê ji Wezîra Malbatan û Karê Civakî Fatma Betul Sayan Kaya re nameyên nivîsandine bişînin. 
 
* Di 8’ê Adarê de dê bi beşdariya hemû pêkhateyên jinên Edeneyê li Qada Ugur Mumcu heta Parka Ataturkê meş li dar bixin û daxuyanî bidin. 
 
* Di 10’ê adarê de li saet 10.30’an taştêya piştevaniyê bê dayîn,
 
* Di 11’ê adarê de saet 13.00’an de dê li ber Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan li hev kom bibin, heta Qada Ugur Mumcu bimeşin û mitîng li dar bixin. 
 
* Di 17’ê adarê de saet 14.00’an de dê li Navenda Çandê ya Yaşaer Kemal a Şaredariya Seyhanê panela bi mijara “Çima Jin Aştiyê Dixwazin?” bê li darxistin.”