Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû

  • jin
  • 15:34 12 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwira Jinên Kurd ku îro li Silêmaniyeyê bi tevlibûnan jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatibû lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû. 

Îro li Silêmaniyeyê bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê, bi dirûşma “Qirkirina li ser jinan bi dawî bikin” û bi tevlibûna jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd hate lidarxistin. Şêwir, bi encamnameyê bi dawî bû.
 
Xalên girîng ên di encamnameyê de derketine pêş wiha ne: 
 
“* Pêwîst e jinên kurd û Kurdistanê bi yekitî û hevrebûna xwe, sînorên ku dibin asteng derbas bikin.
 
* Pêwîst e jinên Başûr û Rojava xwe li hemberî hev berpirsyar bibînîn û bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.
 
* Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundiyê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaqî û wijdanî ye. Divê li hemberî vê yekê helwesteke hevpar hebe.
 
* Divê jin deng û helwestên xwe li hemberî partî û aliyên siyasî bilindtir bikin ku îradeya serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.
 
* Parastina jinên êzdî li Şengal erkekê sereke yê jinan e. Ji ber ku heta niha birînên jinên êzdî nehatine kewandin. 
 
* Şêwira jinan bang li hemû aliyên kurd û Kurdistanê dike û dibêje ku azadiya jinên êzdî yên hatine windakirin erkekî niştemanî ye û divê hemû kes di vê çarçoveyê de bixebite. 
 
* Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengiyê heye. Berî her kesî pêwîst e jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.
 
* Em bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hemberî êrişên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên kurd.
 
* Em bang li hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku ji bo azadî û çareseriyê, li gorî mekanîzmeyeke hevpar xebatên xwe bimeşînin.
 
* Erka jinan e ku Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê li dar bixin.
 
* Divê jin li hemberî medyaya herêmî û dijminên kurdan ên ji bo reşkirina çanda kurdan xwedî helwest bin.”