28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in

  • jin
  • 16:06 12 Adar 2022
  • |
img

AMED/ÊLIH/RIHA - Di çalakiya Xizmên Windayan de li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglu yê 28 sal berê hatibû windakirin hat pirsîn. Kekê wî Îhsan Babaoglu got: “Kujerên birayê min diyar in.” 

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 683’yemîn de li Parka Koşuyoluyê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin darizandin. Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 2’yê adara 1994’an de hat windakirin pirsîn. 
 
Endam û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û parêzvanên mafê mirovan tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku wê têkoşîna a ji bo aqûbeta windayan berdewam bike. 
 
‘PÊNÛSÊN WAN LI ERDÊ NEMAN’ 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan Serdar Altan jî bi silavkirina Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan dest bi axaftina xwe kir û ji bo ew li aqûbeta Babaoglu bipirsin tevli çalakiyê bûne. Altan destnîşan kir ku dibe ku kujeran Nazim, Cengiz, Hafiz û Apê Mûsa qetil kirin û winda kirin lê têkoşîn û pênûsa wan li erdê nema. 
 
KEKÊ WÎ: KUJER DIYAR IN 
 
Kekê Babaoglu, Îhsan Babaoglu jî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku birayê wî Nazim rastiyan dinivîsand û lewma hat windakirin û li Sivêregê ji roja hatiye windakirin vir ve agahî jê nehatiye girtin. Babaoglu anî ziman ku nedîtina birayê wî nazim şerma dewletê ye û got: “Kujerên birayê min Nazim diyar in. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.” 
 
Rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirna Babaoglu xwend û bal kişand ser pêvajoya windakirina wî. 
 
Piştî axaftinan ji bo windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 520’emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mungan ê di 18’ê adara 1998’an de li navçeya Silopiya Şirnexê hat windakirin, pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Abdurrezak Katmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya windakirina Mungan. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
RIHA 
 
Nazim Babaoglu li ser gora xwe ya li Rihayê jî hat bibîranîn. Rêveberên HDP’ê, rojnamevan û malbata wî beşdarî bernameya bîranînê bû. Wêne û qerenfîl danîn ser gora Baboglu û rêz hat girtin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan di bîranînê de  axivî û destnîşan kir ku Nazim Babaoglu sembola ragihandina rastiyan bû û ew ê her li têkoşîna wî xwedî derkevin 
 
TIŞTEK NEGUHERΠ
 
Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî axivî û destnîşan kir ku ji wan rojên ku rojnamevanên kurd dihatin qetilkirin heta îro tu tiştek neguheriyê û ew hemû xebatkarên çapemeniya azad bibîr tînin. 
 
'NIKARIBÛN BÊDENG BIKIN’
 
Kekê Babaoglu, Cemal Babaoglu jî li ser gorê axivî û anî ziman ku ji ber birayê wî rastiyan digihand xelkê hat qetilkirin û lê kujer û dewletê çi kir jî nikaribûn rastiya gelê kurd û rojnamevanên kurd-çapemeniya azad biqedînin û bêdeng bikin. 
 
Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.