ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand

  • jin
  • 14:11 16 Adar 2022
  • |
img
AMED - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD ya Amedê, diyar kir ku di mitînga 8'ê Adarê ya Amedê de gelek mafên jinan hatine binpêkirin û ev daxwaz kir: "Divê zextên sîstematîk ên li dijî aktîvîstên jin bi dawî bibin."
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora xwe ya çavdêriyê ku derbarê mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Amedê de amade kiribû aşkera kir. Di raporê de derbarê binpêkirinên mafên jinan ên di mitîngê de pêk hatine û tundiya polisan de agahî hatin dayîn. 
 
BINPÊKIRIN 
 
Di raporê de binpêkirin bi kurtayî wiha hatine rêzkirin: 
 
"* Bi hinceta ku "kinc" di wan de hene di bin navê lêgerîna "bihûrgulî" de solên jinan hatine kontrolkirin. 
 
* Ji ber astengiyên polisan mitînga ku diviya saet di 12.00'an de dest pê bikira saet di 14.30'an de dest pê kiriye.  
 
* Bi 3 nuqteyên legerînê ku navbera wan tenê 300 metre bûye lêgerîn hatiye dubarekirin û bûye hêmana mehmeleya xerab û zextê. 
 
* Ji ber ku li dijî lêgerîna sola xwe derketiye polisan hewl daye atlêtê wê jê bigirin û gelek jin bi hinceta lêgerînê bi destan hatine tacîzkirin.  
 
* Polisan nexwestine li ser kesên LGBTQ+ lêgerînê pêk bînin û wan di cîhazên X-ray re derbas kirine. 
 
* Polisan pênûsên ku KESK'ê ji bo 8'ê Adarê bi logoya TJA'yê amade kiriye nexistine qadê. 
 
* Polisan pitikên 3-4 salî jî di lêgerînê re derbas kiriye. 
 
* Di mitîngê de polisan destê 4 jin û 3 zilaman bi pişt ve kelemçe kiriye û binçav kiriye û piştre berdaye.
 
* Piştî mitîngê polisan solîsteke jin a Ma Muzîkê pêşkêşvanekê binçav kirine. Sûcdariya "rêzgirtin û propagandaya rêxistinê" li pêşkêşvanê hatiye kirin. 
 
* Demeke dirêj flama û pankart yek bi yek hatine kontrolkirin û hinek ji wan jî bi hinceta qedexeyê nekirine qada mitîngê. 
 
* Polisan ji jinên ku xwestine bi kortejê bikevin qada mîtingê re qorîdor venekirine, mehemelya xerab li wan kirine û bi gaza îsotê êrişê wan kirine. "
 
PÊŞNIYAR
 
Di dawiya raporê de hat pêşniyarkirin ku li gorî rûmet û mafê mirovan mafê xwepêşandan û meşê bê bikaranîn, şertên ku komîteya amadekar ji emniyetê re ragihandiye her du alî jî li cem xwe bigirin, mudaxaleya kêfî neyê kirin, zextên sîstematîk ên di salên dawîn de li ser aktîvîstan zêde bûne bên bidawîkirin.