Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir

  • jin
  • 17:06 17 Adar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredariya Sîlopiyayê ya di destê HDP'ê de li navçeyê bi govend û tililiyan Bazara Keda Jinan vekir.
 
Şaredariya Silopiyayê ya di destê HDP'ê de li kolana 63'an a li taxa Yeşîltepeyê bi merasîmekê Bazara Keda Jinan vekir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, Hevşaredara Çinarê Necla Tamriş, Hevşaredara Qoserê Nîlûfer Erikyilmaz, Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz, Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergis, Lijneya Jinan a HDP'ê ya Rêveberiya Herêmî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî merasîma vekirina bazarê bûn. Jinên tevlî merasîmê bûn kincên herêmî li xwe kirin. 
 
ENCAMA TÊKOŞÎNA JINÊN BERXWEDÊR
 
Di merasîmê de Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan axivî û diyar kir ku jin bi bedelên giran deskeftiyên herî girîng bi dest xistine û wiha axivî:” Ji dema neolotîkê heta niha di her qadên têkoşînê de em cih digirin. Dîsa hezar sal in desthilatdaran xwestiye jinan ji holê rakin.Lêbelê jinan tu caran gavek paşve neavêtiye û her tim li ber xwe dane. Roj hatiye tundî lê hatiye kirin, roj hatiye hatiye girtin, roj hatiye hatiye kuştin. Lê tu caran serê xwe netewandiye û tekoşîna xwe mezin kiriye. Îro heger em li vir bin ev saya tekoşîna jinane. Em bejna xwe li ber jinên berxweder ditewînin.”
 
LI JINÊN BOTANÊ PÎROZ KIR
 
Di berdewama axaftina xwe de Fîdan, destnîşan kir ku qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin yekemîn xebata wan ji holêrakirina xebatên jinan bûne û ev tişt anîn ziman: "Piştî hilbijartinên xwecihî qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Di destpêkê de xebatên jinan hedef girtin. Herî zêde zextê li ser qadên jinan meşandin. Ev proje projeya serdema rêveberiya şaredariya me ya dîtir bû. Lê mixabin qeyûm tayin kiribûn û ev projeye nîvco mabû. Lê em hatin û me berdewam kir. Ji roja ewil ve me got em ê di qada jinan de xebatên xwe bidin meşandin. Ev Bazara Keda Jinê ya ku em îro vedikin li hemû jinên Botanê pîroz be.”
 
Piştî axaftinan jinan li ber def û zirneyê govend gerandin.
 
Di dawiya bernameyê de diyarî li jinan hatin belavkirin.