Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin

  • jin
  • 09:04 25 Adar 2022
  • |
img
WAN - Dayikên girtiyan, destnîşan kirin ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û bang li berpirsan kirin ku li gor peywira xwe tevbigerin û bînin cî. 
 
Ji girtîgehan li ser hev du xebera mirinê tê. Li Girtîgea Wanê ya Tîpa F'yê Şervan Can Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û li pey wî bi du rojan ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê xebera mirina girtiyê nexweş Abdûllah Boran ê 80 salî hat. 
 
Dayikên ku li Baroya Wanê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin Nobeda Edaletê digirin gotin: "Êdî bes e, em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin." 
 
'EM VAN MIRINAN QEBÛL NAKIN'
 
Aslihan Tîmûr, dayika Botan Tîmûr ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de, diyar kir ku ji bo kes di girtîgehan de nemire têdikoşin û got: "Em van mirinan qebûl nakin. Ger edalet hebûna, dê li girtîgehan kes nemirana. Çima mirin? Can Guderê du roj berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, berî bimire bi rojekê bi bavê xwe re axiviye û gotiye 'sibê werin girtîgehê.' Çima her roj xebera mirinê ji girtîgehan tê? Em bang li cîhanê û Wezareta Dadê dikin; dengê zindanan bibihîsin." 
 
'WAN DIKUJIN'
 
Tîmûr ji bo xebera mirinê ya ji girtîgehan tê got "Wan dikujin" û wiha domand: "Hincetên cuda bilêv dikin ji bo mirinên li girtîgehan. Wan dikujin. lê radibin dibêjin 'qeyrana dil derbas kiriye, xwîn çûye ser mêjî'. Em dayik vî tiştî qebûl nakin. Em malbatên girtiyan divê mil bidin milê hev du û dengê xwe bilind bikin. Îro cenazeyê zarokên malbatekê jig irtîgehê derdikeve, dibe ku sibê jî yê zarokê min derkeve."
 
Tîmûr, bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan. 
 
'BERÎ BI DERENGÎ BIKEVE...'
 
Zeynep Dayan, dayika Sînan Karelê di Girtîgeha Wanê de, xeberên mirinê yên ji Wan û Îdirê hatin bibîr xistin. Dayan got: "Kesên mirin jî zarokên min in. Em pê diêşin. Kurê min nexweş e, lê nayê dermankirin. Ma piştî mirinê dengê me bibihîsin ç çi bibe? Em doza edaletê dikin. Sibê tiştek bê serê kurê min dê bibêjin 'qeyrana dil derbas kir.' Dê nebêjin me ew derman nekir. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin."