Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne

  • jin
  • 10:53 4 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ku gelek caran hat binçavkirin û derbarê wê de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin, diyar kir ku ji ber li dijî pergalê zext û zilmê dike, pêşengen muxalefeta têkoşînê birêxistin dike ne di hedefê de ne. 

Li Ameda ku yek ji bajarên ku herî zêde têkoşîna jinan lê birêxistinkirî ye, di nava du salên dawî de li dijî jinan gelek operasyonên binçavkirinê pêk hatin. Gelek jinên ku li komele, rêxistin û sendîkayan de dixebitîn hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di 16’ê Adarê de di serdegirtina malan a li bajêr de 24 jin hatin binçavkirin û ji van 11 jê hatin girtin. Tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li ser Jinan, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û çalakiyên têkildarî Peymana Stenbolê de hatine lidarxistin, kirin sedemê girtinê. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê ku yek ji komeleyeke bi girtin û binçavkirinan di hedefê de ye Adalet Kaya zextên bi darazê tên kirin nirxandin. 
 
Kaya, diyar kir ku yên berteka herî mezin nîşanî pergalên zordar didin tevgerên jinan in û wiha got: “Ji ber vê yekê di her qadê de jin hedef tên girtin. Tevgera Femînîst a Tirkiyeyê û Tevgera Jinan a Kurd pêşengên vê muxalefetê yên herî xurt in. Roleke pêşeng a tevgera jinan heye. Kesên ku civakê diguherînin û vediguherînin û xweparastinê derdixînin holê jinin. Desthilat û pergalên zordar jî di ferqa vê de ne.”
 
200 JIN DI BIN ZEXTA DARAZÊ DE NE
 
Kaya, da zanîn ku ji zextên tên kirin komeleya wan jî nesîbê xwe jê girtiye, ji avakirina komeleyê ve 3 caran hatiye binçavkirin û dosyayên derbarê wê de zêde bûne. Kaya, bal kişand sedemên darizandinê û wiha berdewam kir: “Ez ji endamtiya rêxistinê têm darizandin. Çalakiyên me têkildarî 8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê, cînayetên jinan, Peymana Stenbolê kirinde sedem. Em ji ber hemû çalakiyên xwe yên bi rêxistinên jinan re kirine tên darizandin. Ev hemû bi temamî azadiya îfadeyê ye û têkildarî mafên me yê rêxistinê ye. Em li her derê van diparêzin. Li eywanên edliyeyê dibêjin. Derbarê nêzî 200 jinan de lêpirsîn hatin destpêkirin û doz hatin vekirin. Ev bi temamî tacîzeke darazî ye. Êrişeke li dijî rawestandina têkoşînê ye. Operasyonên krîmînalîze kirin û bêzarkirinê ne.”
 
Kaya, bi lêv kir ku dixwazin bi operasyonan têkoşîna ku jinên kurd didin krîmînalîze bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nasnameyeke me ya din kurdbûn e. Ev me rasterast dike hedef. Hewl didin bi ‘terorîzekirinê’ me ji têkoşînê dûr bixin.” 
 
Kaya, anî ziman ku di operasyona dawî de ji tevgerên jinan ên cîhanê pişgiriyeke zêde girtin û wiha domand: “Ev piştgirî vê acizbûn û bêçaretiyê derdixe holê. Em di nava tifaqan ava dikin û di nava piştevaniyê de ne. Em di bingeha wekhevî û azadiyê de xebatan dimeşînin. Esas ev jî desthilatan aciz dike.”
 
BERXWEDANA MEZIN
 
Kaya, destnîşan kir ku berdewama kevneşopiyekê ne, hewl didin rêxistinkirina jinan tune hesibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev têkoşîn bi girtinê naqede. Hemû jinên ku êriş lê tê kirin têkoşîna xwe dîsa dimeşînin. Tên li qadan û cihên xwe digirin. Bi heman dirûşmeyê têkoşîna xwe didomînin. Em tevgera jinên kurd bi destkeftiyan wê zêdetir li ber xwe bide.”
 
MA / Eylem Akdag