Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye

  • jin
  • 15:20 4 Nîsan 2022
  • |
img
RIHA - Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe gihandin Xelfetiyê, 4’ê Nîsanê pîroz kirin û gotin: “Azadiya Ocalan, azadiya me ye.” 
 
Tevî hemû astengkirinan jî ji çar aliyên welêt bi hezaran kesan berê xwe dan Amarayê û 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Ji Botanê heta Serhed û Amedê, bi sedan kesan tevî astengiyan jî li derketina otorêyên Bêrecuk-Xelfetiyê hatin ba hev, xelekên govendê gerandin û dirûşm berz kirin. Welatiyên ku ji herêma Çukurovayê hatin û rê li ber hatiye girtin jî li cihê neftê pîrozbahî li dar xistin. Tevî ku welatî bi rojî bûn jî, 6 saetan bênavber bi coşeke mezin pîrozbahî li dar xistin. Bi taybet jî jinên di nava komê de bi coşeke mezin govend gerandin, tililî avêtin û bi dirûşman azadiya Ocalan qîriyan. 
 
‘KESEK NIKARE 4’Ê NÎSANÊ ASTENG BIKE’
 
Ji jinên herêma Çukurovayê Meryem Acar bertek nîşanî astengkirinan da û wiha got: “Tu kesek nikare pîrozbahiya 4’ê Nîsanê asteng bike. Astengkirin hebin jî nebin jî em li vir in. Me li vir pîroz kir. Heta Ocalan azad nebe, em jî nikarin azad bibin.” 
 
'EM TU AGAHIYAN JI OCALAN NAGIRIN’
 
Ji welatiyan Kumrî Oztaş anî ziman ku bi sala ye dewlet nahêle parêzerên Ocalan bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û wiha domand: “Ev nêzî saleke malbata wî jî tu agahiyan jê nagire. Weke gel, em jî tu agahiyan jê nagirin. Em nizanin bê ka rewşa wî çawa ye. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê jî ya ji destê me tê em ê bikin. Divê kurd di navbera xwe de yek bin.” 
 
'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
 
Yek ji jinên ku digot kesek nikare pîrozbahiyan asteng bike jî Sakîne Toprak bû. Toprak, diyar kir ku ew zilmê şermezar dikin û wiha pê de çû: “Serokê me ev 23 sal in di tecrîdê de ye. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Daxwaza me aştî, biratî û yekitî ye. Heta Ocalan azad nebe, tu kes ji me nikare azad bibe. Em azadiya wî dixwazin.” 
 
Jina bi navê Hediye Sag jî got ku ew aştî, biratî û azadiya Ocalan dixwazin û bi vê munasebetê hatine Xelfetiyê. 
 
MA / Mûjdat Can