Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin

  • jin
  • 09:16 3 Adar 2018
  • |
img

STENBOL- Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku dê 8'ê Adara îsal jî di girtîgehê derbas bike got: "Tenê dibêjim; çi dikin bila bikin, lê em ê bi ser bikevin. Dema jin li kuçeyan dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' berz bikin, em ê jî li hewadariya xwe bibin hevparê vî dengî."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Sebahat Tûncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1'ê ya Kandirayê pirsên me yên der barê 8'ê Adarê, şerê Efrînê û çewisandinên li ser muxalifan bersivandin. 
 
Tûncel bi lêv kir ku tu rewatiyeke êrîşên li hemberî Efrînê tune ye û got: "Sedema sereke ya êrîşa Efrînê dijminatiya kurda ye. Astengkirin û tepisandina daxwazên maf û azadiyan ên gelê kurd e, astengkirina tayînkirina çarenûsa xwe tê xwestin û her wiha naxwazin kurd tev li maseya çareserkirina siyasî ya Sûriyeyê bibin." Tûncel destnîşan kir ku îtifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze li derî sînorê xwe jî destkeftiyên kurdan ji holê rabike. Tûncel bal kişand ser têkoşîna jin û ciwanên kurd a li Kobaniyê û got, bi saya wê berxwedana Federasyona Sûriyeya Demokratîk çavê hemû cîhanê li Kobaniyê bûye. Tûncel diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê di asasê xwe de li dijî vê pergala demokratîk in û got: "Di warê ewlehiyê de tu tehdîteke Efrînê ji bo Tirkiyeyê çê nebûye. Ev dereweke qirase ya Tirkiye ye û ji bo dagirkeriya xwe ya derhuqûqî rewa bike wisa dibêje. 
 
'WÊ LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
 
Tûncel bal kişand ser daxuyaniyên hêzên navnetewî jî û got: "DYA dibêje ew der ne qada me ye. Rûsya qada hewayî vekir. Bi vî awayî bûn hevparê sûcê ku li hemberî kurdan tê kirin. Her wiha welatên Yekîtiya Ewropayê dibêjin 'fikarên me hene'. Ji bo rawestandina dagirkeriyê, rawestandina kuştina jin, zarok û sivîlan tiştekî berbiçav nakin. 43 roj e gelê Kurdistanê li her derî vê dagirkeriyê protesto dike. Gelê Efrînê ligel hemû êrîşên bi çekên giran, tang û topan jî xaka xwe naterikîne û bi vî awayî berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan hemû efrînî tev li vê berxwedanê dibin. Wê tu hêz nikaribe li hemberî vê vînê encamê bistîne."
 
‘JI MIRIYAN JÎ DITIRSIN' 
 
Tûncel diyar kir ku çawa ku jinan li Kobaniyê pêşengtiya berxwedanê kirin, niha li Efrînê jî dikirin û got: "Ev berxwedan herî zêde nûnerên faşîst ê feraseta serdest a mêrî ditirsîne. Ji ber vê bi qasî ku îşkenceyê li bedena mirî ya Barîn Kobaniyê bikin xwe dadixînin û biçûk dixin. Bedena mirî ya Barînê jî van dagirkeran ditirsîne. Niha bi hezaran jin li Efrînê ji bo parastina xaka xwe tev li berxwedanê dibin. Ev berxwedan, têkoşîn, daxwaza azadî, wekhevî û aştiyê moral dide hemû jinên cîhanê. Silav ji bo hemû jinên ku li Efrînê li ber xwe didin, têdikoşin." 
 
JI BO EFRÎNÊ HER ROJ DIRÛŞMEYAN BERZ DIKIN 
 
Tûncel diyar kir ku ew hewl didin geşedanên li Efrînê ji rojnameyên rojane û TV'yan bişopînin û got: "Ji ber ku çapemeniya berbelav yek deng e, wekî bultena siyasî ya AKP'ê be nûçeyan çê dike. Her wiha ji çapemeniya muxalif jî dîmeneke rasteqîne dernakeve. Lê belê em bi nîqaşên xwe, pêşbîniyên xwe pêvajoyê analîz dikin. Her roj em dirûşmeyan berz dikin û piştevaniya xwe ya ji bo Efrînê didomînin." 
 
Her wiha Tûncel tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan jî nirxand û got: "AKP'ya ku maseya muzakereyê qeliband, şert û mercên tecrîda giran a li ser Birêz Abdûllah ocalan veguherand tecrîdeke mutleq. Paşê vîna gel bin pê kir û bi zorê dest danî ser 94 şaredariyên DBP'ê û hevşaredar, parlementer jî di nav de bi hezaran siyasetmedar girtin." 
 
Tûncel destnîşan kir ku îktîdar hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê kiriye bahane û derbasî rejîma yekzilamî bûye û li ser asasekî derhuqûqî tev digere. Tûncel diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan pişta xwe dide derewa herî çalak "Şerê çarenûsa gelê tirk" ku Hîtler jî pişta xwe dabû dereweke wisan. Tûncel bi lêv kir ku ji roja ku êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirine bi hezaran kes hatine girtin û got: "Bi binçavkirina rêveberên TTB'ê xwestin raya demokratîk çavtirsandî bikin. Tevî hevserokên KCD, HDK, DBP'ê bi sedan kes hatin girtin. Tûncel got: "Li dijî îtifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tekane alternatîf HDP ye. Tevî hemû operasyonên qirkirina siyasî jî, di 11'ê Sibatê de bi deh hezaran li Enqereyê peyameke xurt da. Divê herkes vê peyamê rast bixwîne." 
 
Tûncel destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê sîrayetî girtîgehan jî kiriye û niha li gelek girtîgehan bi awayekî sîstematîk îşkence tê sepandin. Tûncel got berî kincên yek tîpî bisepînin, dixwazin bi polîtîkayên çewisandin, zext ûz oriyê vîn û hêza girtiyan bişkînin. Tûncel got, ji ber vê yekê girtî bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, jimariya li ser piyan, tedawiya bi awayekî kelemçekirî, lêgerînên kêfî û hwd. re rû bi rû dimînin. Tûncel got: "Îktîdara faşîst a AKP-MHP hem li derve hem jî li hundur dixwaze vîna me bişkîne û destketinên têkoşîna me ji holê rabike. Ji ber vê divê berxwedan û têkoşîna li derve û hundur bibe yek." Tûncel destnîşan kir ku li hemberî vê konseptê tekane tişt têkoşîn, parastina destkeftiyan, wekhevî û azadiyê ye û zîndekirina hêviyê ye. 
 
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN, EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Tûncel, destnîşan kir ku operasyonên ku niha li hemberî siyasetmedarên kurd pêk tên berdewamiya operasyonên 2009'an e ku di bin navê "KCK"ê de hatibûn kirin û bi vî awayî polîtîkaya "rehîngirtinê" didome. Tûncel diyar kir ku ev ne tiştekî nû ye û got: "Gerçî di salên 90'î de jî partiyên me dihatin girtin, rêveberên me dihatin girtin û heta dihatin kuştin. Tirkiye vê rewşê dubare dike. Kîjan rêveberî tê bila bê, lê belê polîtîkayên înkar, tunekirin û bişavtinê rojane dikin û disepînin. 'Aqlê dewletê' naguhere. Lê kurd diguherin, pêş ve diçin. Gelê kurd di warê yekîtiya netewî û demokratîk de geşedanên girîng bi dest xistin. Her diçe rêxistinbûyîna xwe mezintir dike. Tevî hemû zorbetî, çewisandinan jî qethiyen ji têkoşîna xwe ya azadiyê tawîz nade. Em tevgereke gel in û gel her dem pêşengên xwe derxistiye. Berê me zaf têgeha xebata yêdekbûyînê bi kar dianî Di şert û mercên faşîzm de ji nişka ve her kes dikare bê girtin. Ji ber vê wê hin kesên din şûna hevalên me yên tên binçavkirin dagirin. Wisa jî tê kirin. Li girtîgehê birêvebirina karên pratîk pir nabe. Çimkî tenê em dikarin ji hevalên xwe yên derve re bêjin: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser bikevin. Ji ber vê divê em di hemû xebatên xwe de bi armanca serketinê tev bigerin û divêtiyên vê yekê bi rê ve bibin."
 
‘DI NAVBERÊ DE DÎWAR HEBIN JÎ WÊ DENGÊ ME BIGIHÎJE HEVDU' 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got: "Em ê îsal jî 8'ê Adarê di zindanê de derbas bikin. Dema jin li kuçeyan dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' berz bikin, em ê jî li hewadariya xwe bibin hevparê vî dengî. Em ê govenda xwe bigerînin, stranên xwe yên azadiyê bibêjin. Her çi qas di navbera me de dîwar hebin jî, wê dengê me 30 hevalên li Kandirayê bigihîje hevdu. Dema bibe êvar jî em ê wekî her carê li nûçeyan binihêrin. Bi qasî ku çapemeniya berbelav parve dike em ê temaşe bikin. Em ê li gor dîmen û pankaratan rewşê binirxînin. Ji bo jinan saleke zor û zehmet bû. Lê belê pêşeroj jî wisa hêsan naxuyê. Bûkên zarok, dayikên zarok, îstismara zayendî ya zarokan, taciz, tecawiz, şidet, komkujî û jin; em ê van peyvan li cem hev bi kar bînin. Silav û hezkirinên xwe ji bo jinên ku ji bo dawî li van tiştan hemûyan bê têdikoşin û li ber xwe didin dişînim. Di şexsê we jinên kedkar de careke din roja hemû jinan pîroz dikim." 
 
MA / Sadiye Eser