Jin dê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê geş bikin

  • jin
  • 17:00 4 Adar 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li Cizîr, Wan, Riha, Mêrsîn û gelek navendên din çalakî pêk anîn. Parlamenterên HDP'ê di çalakiyan de diyar kirin ku jin dê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê geş bikin. 

 
Platforma Jinan a 8'ê Adarê, li gelek navçe û bajaran di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyên cûr be cûr daketin kolanan. Jinên ku çalakî pêk anîn polîtîkayên AKP'ê şermezar kirin û li dijî tundî, zext, kuştin û zextên liser jinan bang yekîtiyê kirin. Dîsa bal kişandin ser tecrîda li ser Îmraliyê û êrîşên li ser Efrînê û xwestin hemû jin li dijî tecrîdê û şerê li ser Efrînê bibin yek. 
 
JINÊN EFRÎNÎ JI ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ RE GOTIN NA
 
Jinan bi heman armancê li Salona konferansê ya Navçeya HDP'ê ya Cizîrê panela bi ser navê “dîroka têkoşîna jinê û rojeva jinê" li dar xist. Di panelê de Parlamenterên HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran û ya Şirnexê Aycan İrmez, Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel û Endama Komîsyona Meclisa Jinan a HDP'ê Ozlem Kutlu pêşkêşî kirin. Di panelê de Endama Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP) Prz. Newroz Uysal, hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û gelek jinên din amade bûn. Jin bi cilên herêmî tev li panelê bûn. Qurnefil li jinan hatin belavkirin û bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di panelê de ji bo 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakize Nayir yên li Sîlopî hatin qetilkirin û Siyasetmedar Asya Yuksel a li Cizîrê hat qetilkirin rêz hat girtin. 
 
Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Ozlem Kutlu, diyar kir ku li Botanê hemû êrîş li dijî jinan pêk hat. Lê jinan tawiz nedan. Em wekî jinên HDP'ê yên hatin hilbijartin em dê rojên xweş û geş ava bikin. En dê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel jî diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven silavên xwe ji gelê Botanê re şandine û bal kişand ser têkoşîna jinên cîhanê û kurdan. Guzel, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd li ser têkoşîna jinên Botanê pêş ketiye u belav bûye û wiha got: "Di dîroka têkoşîna jina kurd de Sema, Xecê, Pakize, Sêvê, Fatma, Şehriban hene." 
 
BAJARAN: TECRÎDA LI SER OCALAN TECRÎDA LI SER JINÊ YE
 
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku di pêşeniya jinan de jiyanek nû ava dikin û wiha got: "Divê em ji nûve jiyan û pêşeroja xwe ava bikin. Pişti AKP hat ser îktîdarê tundiya li ser jinan zêdebû. Di şerê qirêj ê li Cizîrê de zêdeyî 100 jin hatin kuştin. Me koletî qebûl nekir û ji niha û şûnde jî em qebûl nakin. Li ser bedena Ekîn Wan dest bi kuştina jinan kirin. Me di 8'ê Adarê de bersîv da van polîtîkayan. Em dê îsal jî li qadan bin. 
 
Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd didome. Tecrida li ser Ocalan di heman demê de tecrîda li ser jinê ye. Em dê li dijî tecrîdê jî li qadan bin. Jinan rastiya xwe bi Ocalan naskirin. Şerê li herêmê tê meşandin dê bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Jin dê di 8'ê Adarê de li Ocalan û Efrînê xwedî derkevin. 
 
ÎRMEZ: JINÊN BOTANÊ PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ KIRIYE
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez  jî diyar kir ku jinên Botanê di dîrokê de her dem di nava têkoşînê de cih girtine û wiha got: "Di qedexeya derketina kolanan de jinên Botanê li vîn û bajarên xwe xwedî derketin. Di qedexeyên derketina kolanan ên li Sîlopiya de cenazeyê Taybet Înan (Tayika Taybet) hefteyekê li kolanê li erdê ma. Bi vê yekê xwestin peyamekê bidin jinan. Tevî vê yekê jinan kolan terk nekirin û di ber xwe dan. Di dîroka têkoşîna azadiya kurd de Yekem fermandara jin ji Botanê ye. Jinên Botanê her dem pêşengiya têkoşîna azadiyê kiriye. Ji ber vê yekê dê di 8'ê Adarê de jî li qadan bin. Jinên di 8'ê Adarê de dadikevin qadan dê di Newrozê de jîpeşengiyê bikin." 
 
Piştî axaftinan jinan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Efrinê” û tilîliyan bi dawî kir. 
 
QURNEFIL AVÊTIN CEMÊ FIRATÊ
 
Li Navçeyên Bîrecîk û Xalfetî yên Rihayê jî Rêxistinên HDP û DBP'ê bi heman armancê kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Li navçeya Bîrecîkê jinan bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan qurnefil avêtin cemê Firatê. 
 
Li Navçeya DBP'ê ya Xalfetiyê jî bi heman armancê şahî pêk anîn. Di şahiyê de pankarta “Bi berxwedana Jinê Azadî dê bi ser bikeve" û “Ji Sêvêyan heta Sakineyan emê têkoşînê mezin bikin" vekirin. Parlamentera HDP'ê Dilek Ocalan li vir jî tev li şahiyê bû û li ser girîngî û wateya têkoşîna 8'ê Adarê û jinan rawestiya. Ocalan anî ziman ku ew dê têkoşîn, kelecan û coşa 8'ê Adarê derbasî Newrozê bikin" Şahî bi govendê bi dawî bû. 
 
LI WANÊ PANELA HEVJIYANA AZAD 
 
Li Wanê jî Platforma Jinan a Ahtamara bi heman armaıncê li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê panela "Hevjiyana Azad" pêk anî. Di panelê de Parlamenterên HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan, Prz. Dilan Ayan Kunt, Hevşaredara Payizava Yildiz Çetin û gelek jinên ji taxê amade bûn. Di panelê de li ser pergala hevjiyana azad niqaş kirin. 
 
TMMOBA MÊRSÎNÊ: EM BI RÊXISTINÎ DIKARIN DENGÊ XWE BILIND BIKIN
 
Koma Xebatê ya Jinan a Lijneya Koordinasyona Mêrsînê ya TMMOB'Ê jî bi heman armancê li salona Konferansê ya Endezyorên Elektrikê (EMO) semîner pêk anîn. Jinan diyar kirin ku dikarin bi rêxistinî bêtir dengê xwe bilind bikin û bi ser bikevin. Seroka Komê Besime Îçgoren, jî bal kişand ser zextên li ser jinan û çareseriyê. 
 
Seminer, bi agahdariya kampanya îtîsmara li ser zarokan a Endama Platforma Jinan a Mersinê ya Aze Su Dalmızrak bi dawî bû.