Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir

  • jin
  • 16:30 22 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê Metîn Şengîl ê Berîvan Alturk a ku dev ji hev berdabûn qetil kir, zarokê xwe yê 8 salî jî giran birîndar kir. 
 
Bêrîvan Alturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dijiya ji aliyê Metîn Şengîl ve ku dev ji hev berdabûn, duh rastî êrişa çekdarî hat. Alturk a giran birîndarbûyî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dema êriş li Alturk hate kirin, zarokê wê yê 8 salî jî pê re giran birîndar bûye. Zarokê ku li nexweşxaneya rakirinê rewşa wî giran bû, sewqî nexweşxaneyeke din hate kirin. Xetereya jiyanî ya zarok berdewam dike. 
 
TEVÎ GILIYÊ NEHAT PARASTIN
 
Malbata Bêrîvan Alturk, diyar kir ku Alturk di 28’ê Adarê de Metîn Şengîl berda bû û piştî berdanê Şengîl gefa kuştinê li Alturk xwariye. Hate zanîn ku Alturk li dijî van gefan çûye Miduriyeta Polîsan a Qilebanê giliyê Şengîl kiriye lê polîsan bergiriyên parastinê negirtine. 
 
ÊRIŞKAR NEHAT GIRTIN
 
Metîn Şengîl ê piştî êrişê reviya hêj jî nehatiye girtin. Li aliyê din cenazeyê Bêrîvan Alturk ku kirariyên otopsiya wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin ji bo bê veşartin birin Qilebanê.