Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e

  • jin
  • 16:57 23 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - TJA'yê derbarê qetilkirina Mihrîban Şengîl de daxuyanî da û destnîşan kir ku faîlên kuştina jinan dewlet û daraz e. 
 
Li navçeya Qilebana Şirnexê, di êvara 21'ê nîsanê jina bi navê Mihrîbam (Bêrîvan) Şengîl ji aliyê Metîn Şengîl ku dev ji hev berdabûn ve hat qetilkirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),  endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, gelek kes tevli şîna Şengîl ya li navçeyê hat danîn bûn. Li vir piştî diayên hatin xwendin jin derbasî mala Mihrîbanê bûn. Li vir gelek jinên ku kom bûn pankarta "qetilkirina jinan raperîna me ye" hat vekirin û wêneyên Mihrîban hatin rakirin. Jinan bi dirûşmeyan heta cihê ku Mihrîban hat qetilkirin meşiyan. 
 
Li ser navê jinan Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Zîlan Yaman daxuyanî xwend.
 
DÊ HESAB BIPIRSIN 
 
Zîlan da zanîn îktidara ku ji pergala mêr xwe diafirîne, tundiyê li ser bedena jinan dixwaze normal bike û wiha got: "Ji ber polîtîqayên dijminatiyê ya li ser jinê, ji ber polîtîqayên bêcezabûnê û destkeftiyên jinan hedef digirin pergala mêr ji vê cesaret digire. Ev polîtîqa her roj tê normal kirin. Em her roj nûçeyên tundî û qetilkirina li ser jinê dibihîzin. Em îro ji bo Bêrîvan Alturk vê derê ne. Bêrîvan li kolanê bi çekê hat qetilkirin. Em ê teqez hesap bipirsin."
 
'KUJER HÊZÊ JI HEV DIGIRIN' 
 
Zîlan bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha domand: "Kesên ku bi şevekê ji vê peymanê vekişiyan, jinên ku xweparastina xwe kirin hatin girtin, saziyên jinan girtin, ji bûyerên erîşa zeyendî delîlên somut digerin hem tundiyê meşrû dile û hem jî hêzê dide pergala mêr. Îpek Er, Nadîre Kadîrova, Yelda Kahraman ku ji aliyê mêran ve hatil qetilkirin bi awayek edalet ev kes nayên darizandin. Ew hêzê digiri."
 
AVAKIRINA JIYANA AZAD 
 
Zîlan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Li Kurdistanê polîtîqayên taybet her ku diçe kur dibe û komkujiya jinan jî  pêre zêde dibe. Têkoşîna jinê hedef hatiye girtin. Em ê jiyanek azad ava bikin."
 
'EM NAXWAZIN JIN BÊN KUŞTIN' 
 
Herî dawî xwîşka Mihrîba, Taybet Uren jî axivî û wiha got: "Bila kuştina jinan bisekine. Em naxwazin jin bên kuştin. Bila zarok bêdayîk nemînin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.