Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin

  • jin
  • 09:13 24 Nîsan 2022
  • |
img
SEMSÛR - Li Komirê Îsê Aslan a 70 salî ku bi gopalê xwe di refa pêşî ya berxwedana li dijî kana mermeran de cih girtiye got: "Mirin jî tê de be, heya ew dest ji xwezaya me bernedin em ê li ber xwe bidin." 
 
Li gundê Berdih ê bajaroka Komir a Semsûrê, şîrketa MEDOS'ê di 6'ê Nîsanê de dest bi çêkirina kana mermeran kir. Cihê kana mermeran lê tê çêkirin ji aliyê eskeran ve tê parastin. Ji bo çêkirina rêya şantiyeyê dar tên birîn. 
 
Gundî ji roja ewil de li dijî kana mermeran li ber xwe didin. Ji pêşengên vê berxwedanê yek jê jî Îsmîhan Aslan a 70 salî ye ku gundî jê re dibêjin Îsê. Dayika Îsê bi gopalê xwe di refa pêşî ya berxwedanê de cih digire. 
 
Dayika Îsê got: "Em mermeran naxwazin. Em xwezaya xwe dixwazin." Dayika Îsê, destnîşan kir ku ew talankirina xwezayê qebûl nake û got: "Dê av qirêjî bibe. Şêniyên vir debara xwe bi tûtinê û sewalvaniyê dikin. Ger bi vê ralankirinê re dahata me ji dest me biçe, em ê birçî bimînin. Xwezaya me biçe, dê qadên me yên jiyanê, heywanên me hemû biçin. Em vî tiştî qebûl nakin." 
 
'EZ BIMIRIM JÎ QEBÛL NAKIM'
 
Dayikia Îsê bilêv kir ku ew şêniyê gund dê bi pişta hev bigirin û li ber xwe bidin û got: "Ez bimirim jî ez ê vê talanê qebûl nekim. Em ji bo nanê xwe li dijî vê kana mermeran li ber xwe didin. Em kana mermeran naxwazin. Li bajêr xaniyê me tune, hewa tune. Em li vir jiyana xwe bi xwezayê didomînin. Heya ez li ser xwe bim ez ê li ber xwe bidim. Hewce be ez ê biçim li pêşiya kemçeyê bisekinim. Lê em ê nehêlin vê kana mermeran bê çêkirin. Ên bi pişta me nagire û li cem me nasekine hemû xirab in." 
 
Dayika Îsê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew axa xwe dixwazin û got: "Em naxwazin xwezaya me bê qetilkirin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Mirin jî tê de be, heya ew dest ji xwezaya me bernedin em ê li ber xwe bidin." 
 
Meryem Aslan jî got: "Em heywanên xwe li wir xwedî dikin. Em debara xwe bi wan dikin. Lewma em naxwazin kana mermeran bê çêkirin. Ne ji xwezayê be em ê çi bikin. Ger kan bê çêkirin dê ava me ziwa bibe. Di dest me de bîrek me heye. Dê kana mermeran ava me mahf bike." 
 
Fatma Arslan jî destnîşan kir ku dê bi kana mermeran re xweza qirêjî bibe û nexweşîn zêde bibin û got, dê heya dawiyê li ber xwe bidin. 
 
MA / Mujdat Can