Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim

  • jin
  • 10:51 24 Nîsan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan û got: "Ez amade me li dijî rejîma faşîst şer bikim."

 
Dewleta Tirk di 15’ê Nîsanê de bi awayek dijwar herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Parastina Medyayê bombeberan kir û di 17’ê Nîsanê de jî bi hevkariya PDK'ê li bejahî û hewayî li van herêman dest bi êrişan kir. Ev êriş hêj didomin. Di heman demê de bertekên li dijî van êrişan jî berdewam dikin. Endama Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm li ser van êrişan ji Rojnewsê re axivî û got: “Ne cara yekem e dewleta tirk a faşîst gundên Kurdistanê bombebaran dike. Sivîl koçber dibin, rez û baxên wan dişewitîne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku sermaye û qûtê Herêma Kurdistanê bêxe di bin kontrola xwe de ye.”
 
'PDK HER TIM LEPIKÊ DESTÊ BIYANIYAN E'
 
Geşaw Îbrahîm, îşaret bi xiyaneta PDK’ê kir û wiha domand: “Mixabin Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) timî lepikê destê biyaniyan bû. Lihevkirinek kirine ku Tirkiye wê van herêman dagir bike û gelê kurd tune bike. Lewma bi tundî li dijî talankarî û dagirkeriya Tirkiyeyê me. Amadebûna xwe ya li dijî vê rejîma faşîst şer bikim tînim ziman. Destxweşiya tevahiya xwişk û birayên gerîla dikim ku ev çend roj in bi xwebexşî fedekarî ji bo parastina bost bi bost xaka me kirine.”