Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda

  • jin
  • 09:22 25 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Jineke afganistanî ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû revandin û di berdêla tapoyê mala xwe de hat berdan û neçar maye ji welat derkeve û  ji ber ewlehiyê em naxwazin navê wê bidin, diyar kir ku Talîban niha hewl dide li dijî hazarayên li welat qirkirin pêk bîne. 

Talîbanê, sala borî di meha tebaxê de rêveberiya Afganistanê kir destê xwe, jinan ji xwe re dike hedef. Rexmî hemû zext û gefên Talîbanê jî jin li welat ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Jinên ku navê "Jinên Çalakger ên Kabîlê" li xwe kiribûn û li kuçeyan doza mafê xwe dikirin, di dîrokên cuda de ji aliyê Talîbanê ve bi awayekî komî hatin revandin. Di 11'ê sibatê de Talîbanê êriş biribû ser maleke ku endamên vê komê xwe li veşartibûn û 29 jinan revandibûn. Yek ji van jinan ku neçar bûye terka welatê xwe bike û ji ber ewlehiyê me navê Gul lê kir, tiştên ku di bin çavan de lê hatine kirin, neçarbûna xwe ya terkkirina welatê xwe, operasyona qirkirinê ya li dikî kêmneteweya hazaralar û sûcên ku li dijî jinên dixwazin bixwînin tên kirin ji ajansa me re axivî û agahiyên girîng dan. 
 
Gul ku bêyî pirsgirêk ji welat derketiye û ji ber ewlehiyê cihê ku lê ye diyar nekir, da zanîn ku di 11'ê sibatê de ji aliyê Talîbanê ve hatiye binçavkirin û ev agahî dan: "29 jin, 8 zarok, 12 zilam 26 rojan em di destê Talîbanê de man. Bi dehan leşkeran re bi ser mala ku me xwe lê veşartîbû de girtin. Hemû aletên me yên elektronîk desteser kirin. Li telefonê me nêrîn ku me bi kê re axiviye. Me birin Wezareta Karên Hundir û di lêpirsînê de derbas kirin. Ev pirs ji me kirin, 'Hûn çima çalakiyan dikin û jê ferman digirin? Ji kîjan welatî pere digirin? Hûn ji rojava ferman digirin? Hûn çima ji dewleta Îslamê çalakiyan dikin?' Angaşt kirin ku em wanne baş nîşanî dinyayê didin. Me ji wan re got ku ev ne rast e û ji bo mafê perwerde û xebatê û azadiya jinan çalakiyan dikin. Me gelek caran got ku em ji tu kesî pere nagirin. Me got ku em dixwazin bixwînin, bixebitin û azad bijîn."
 
TAPOYÊN MALBATÊN WAN DESTESER KIRINE
 
Gul, qala dema xwe ya di bin çavan de kir û derbarê mijarê de ev tişt got: "Lêpirsîn pirs tund derbas bû û îşkenceya derûnî li me hat kirin, lê îşkenceya fizîkî li me nehat kirin. Me ferq kir ku fikaran dikin li me bidin. Lewre ji têketina Talîbanê ya Kabîlê ve ji ber çalakiyên ku me dikir û dengê xwe dide ragihandin dinya me dizanibû. Dizanibûn em hatine binçavkirin. Timik heman tiştî je me pirs dikirin me jî heman bersiv dida wan. Di berdêla berdana me de tapoyên mal û milkên malbatên me desteser kirin.  Li ser vê zilamên malbata me kom kirin. Ji jin û zilaman soz girtin ku wê careke din çalakiyan nekin. Gotin ku heke jinên we çalakiyan bikin ew ê dest deynin ser malan. Ji me re jî gotin ku heke hûn careke din çalakiyan bikin em ê bav û kekên we bigirin. Malbatên me wan tapoyan dan û em hatin berdan. Piştî ku em derketin em neçar man bavê xwe biguherînin."
 
NASNAME JÎ DESTESER KIRINE
 
Di berdewamê de Gul, destnîşan kir ku êdî têkoşîna xwe li ser medya sanal didomînin û mirovan agahdar dikin û wiha pêde çû: "Bi min re hin jinên din ku hatibûn binçavkirin bêyî pirsgirêk derketin derveyî welat. Em hê jî dûr neçûne û ne di ewlehiyê de ne. Em hê jî navê xwe bi kar naynin. Ji bo çalakiyan em dernakevin derve û bi çapameniyê re neaxivin. Lewre ne tenê em di heman demê de malbatên me jî di talûkeyê de ne. Heke em bi navê xwe şaşiyek bikin wê malbatên me bigirin. Ji ber vê tiştên em dinivisînin jî bi awayê herî nerm dinivisînîn. Nasnameyên me ji me girtine. Mixabin gelek hevalên me yên jin man û ewlehiya wan tuneye. Xwe diveşêrin û wisa dijîn. Talîbanê hemû rêxistinên jinan û çalakiyên wan asteng kir û bêbandor kir. Êdî çalakiyeke bibandor nakin. Hejmareke jin jî dikarin ki malê çalakiyan bikin lê tu bandoreke van çalakiyan tuneye."
 
TALÎBAN ÇALAKIYÊN BOMBEYÎ DIKE
 
Gul, agahî da ku çalakiyên bombeyî yên di demên dawîn de li Afganistanê pêk tên jî ji aliyê Talîbanê ve tên kirin û wiha axivî: "Li herêmên hazaralar, şiî dijîn û li dijî zarokên keç ku dixwazin bixwînin û jinan çalakiyên bombeyî pêk tînin. Hûn dizanin di 19'ê mehê de dibistaneke ku jin diçûnê hat bombekirin. Niha Afganistan di pêvajoyeke pir zor de derbas dibe. Lê dinya li dijî vê dengê xwe dernaxe. Bêdengiyeke kûr heye. Ev gelek tehlker e. Niha jin li dijî hewldana qirkirina Hazaralaran a Talîbanê li ser medya sanal dengê xwe derdixe. Em dibêjin, 'Em jî mirovên vî welatî ne û welatiyên Afganistanê ne, xwîna me jî mîna ya we sor e, me nekujin'. Tişta ji destê me tê ev e. Em dikarin wiha li dijî kuştina hazaralara deng derxin. Mixabin zêdetir tişt ji destê me nayê. Min êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Kurdistana Iraqê bihîst. Ez ji bo gelên me yên li Afganistan, Kurdistan, Sûriyeyê aştî û lihevkirinê dixwazim. Ji bo me hemûyan dia dikim. Hêvî dikim ku gelê Tirkiyeyê jî bo pêşeroja xwe aştiyê bixwaze."
 
MA / Gozde Çagri Ozkose