Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin

  • jin
  • 13:42 25 Nîsan 2022
  • |
img

ŞIRNEX- Zilamê bi navê Metîn Şengîl li navçeya Qileban a Şirnexê hevjîna xwe Bêrîvan Alturk ku berda bû, qetil kir. Şengîl hate girtin û şandin girtîgehê.

 
Zilamê bi navê Metîn Şengîl, di 21’ê nîsanê de li navçeya Qileban a Şirnexê hevjîna xwe ya dev jê berdabû Bêrîvan Alturk qetil kir. Şengîl piştî cînayetê reviya bû lê di 23’yê nîsanê de xwe radestî Midûriyeta Emniyetê ya Qilebanê kir. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, Şengîl şandin dadgeriyê. Dadgeha Cezayên Silhê bi sedema “kuştina bi qesdî” biryara girtinê da û Şengîl şande girtîgehê.