'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'

  • jin
  • 09:34 26 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê Yasemîn Uçer, diyar kir ku destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin û wiha got: "Trawma, weke polîtîkaya tundî û şer a dewletê li kurdan vedigere."
 
Di 15'ê Nîsanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê di 17'ê nîsanê de Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê êriş da destpêkirin. Êrîş di roja 9'an de berdewam dike. Bertekên li dijî vê hevkariyê jî zêde dibin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê Yasemîn Uçer, derbarê êrişê de axivî û diyar kir ku êrişa Tirkiyeyê berdewam polîtîkaya îmha û înkarê ya li dijî kurdan û destnîşan kir ku wê ji êriş encam neyê girtin. 
 
'DESTKEFTIYÊN KURDAN TRAWMA ÇÊDIKIN'
 
Uçer, bi bîr xist ku ji salên 1980'yî ve li dijî Herêma Kurdistanê di bin navê "operasyonên derveyî sîno" de êriş tên kirin û wiha got: "Hemû eriş jî ji bo hilweşandin û şewitandina xwezaya Kurdistanê bûne. Armanca êrian jî ji holê rakirina destkeftiyên kurdan e. Ji ber ku Tirkiye li ser tunekirina rastiya gelê kurd hatiye avakirin, li kuderê ji hêla civakî, çandî, aborî û siyasî ve hebûna kurdan derdikeve holê; li wê derê li dijî hatiye rawestandin û ji bo îmhakirinê ketiye nav hewldanên fizîkî. Polîtîkaya dewletê, bi gotina rayedarên dewletê "Kurd li fezayê jî dewlet ava bikin em ê li dijî wê derkevin" bingeha zihniyetê ya Tirkiyeyê ava dike. Destkeftiyên kurdan ên 50 sal in dawîn li Tirkiyeyê trawmayên siyasî û dîplomatîk çêkiriye û weke polîtîkaya tundî û şer a dewletê li kurdan vedigere."
 
DIXWAZIN KURDAN BI HEV BIDIN ŞERKIRIN
 
Di berdewamê de Uçer, destnîşan kir ku li dijî destkeftina statuyê ya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrişên Tirkiyeyê didomin û ev tişt anî ziman: "Li rojhilatê Kurdistanê jî destkeftiyên kurdan ên çandî û civakî tên qebûlkirin, lê di hêla siyasî û statuyê de rastiyeke qedexeyê ya gelê kurd heye. Lê xwedî dînamîkên bihêz e. Lê têkoşîna kurdan a li bakurê Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest xistiye. Ji neçarî rastiya gelê kurd hatiye qebûlkirin lê ji bo çareseriya demokratîk zehmetî tên derxistin. Êrîşa di 17'ê nîsanê de jî ji ber vê polîtîkayê dest pê kir. Hewl didin bi vê êrişê paşveçûna xwe rawestînin. Dixwazin dînamîkên kurd bi hev bidine şerkirin. Di encama vê nêzikbûnê de dixwazin li hemû herêman kurdan bêstatu bihêlin."
 
BANGA DIJDERKETINA ŞER
 
Uçer, xwest ku jin li dijî her cure şer rawestin û ev bang kir: "Her mirov û jin divê li dijî şerê ku bi armanca tunekirin, dagirkirin û îmhayê bê kirin raweste. Ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî û tevlîheviyê divê her partî, sazî û tevger li nirxên xwe yên têkoşînê xwedî derkeve û heta dawiyê destkeftiyan biparêze. Heke bi hev re dest bidin hev wê şer raweste. Bi vî awayî jî dê pêşî li dewletên serwer bê girtin ku nakokiyên kurdan bi kar bînin."
 
MA / Eylem Akdag