Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin

  • jin
  • 15:50 26 Nîsan 2022
  • |
img
AGIRÎ - Doza Kazim Altinmakas ê Fatma Altinmakas qetil kir hate taloqkirin. Di bûyerê de parêzeran xwest ku kesê pê daye kirin Sînan Altinmakas û malbata wî jî bên darizandin. 
 
Danişîna 8’emîn a doza Kazim Altinmakas ê di sala 2020’an de li navçeya Milazgîra Mûşê Fatma Altinmakas qetil kiribû, li Dadgeha Cezayê giran a Panosê hate dîtin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a STAR, endamên Platforma Jinan a Wanê, Seroka Komeleya Hiqûqnasanên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Parêzer Ebrû Demîrtaş, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Muşê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Hevşaredara Panosê ya HDP’î, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Hevseroka HDP'ê ya Patnosê Mûşerrep Geçer, Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkun û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parêzerên Baroya Amedê, ji Stenbolê komek feminîstên xweser û parêzerê Fatma Altinmakas a hat qetilkirin Mîr Bedîrhan Ayaz li daneşînê amade bûn.
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan hat destêkirin de, Şaxên OHD’ê û ÎDH'ê yên Wanê û Komeleya Starê ya Jinan, xwestin mudaxilî dosyayê bibin. Lê dadgehê bi hêceta mirina Fatma Altinmakasê “bandor li wan nekiriye” ev daxwaza wan red kir.  
 
‘BILA KESÊN PÊ DANE KIRIN TEV LI DOSYAYÊ BÊN KIRIN’
 
Piştre Parêzera Baroya Muşê Ruken Guven parastin kir û xwest ku birayê Kazim Altinmakas ê tecawizî Fatma Altinmakasê kir, Sînan Altinmakas û malbata wî weke “kesên pê dane kirin” tev li dosyayê bên kirin. 
 
‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ BERFIREH KIRIN’
 
Birayê Fatma Altinmakas û her wiha parêzerê wê Mîr Bedirxan Ayaz jî wiha got: “Faîl ev cînayet bi tena serê xwe nekir. Di çarçoveya dozê de divê derbarê 4 kesan de lêpirsîn were vekirin. Hewceye lêpirsîn were berfirehkirin.” Ayaz, da zanîn ku Fatma beriya ku were kuştin bi jinbira xwe re bi telefonê axiviye û jê re gotiye ‘Van biryar dane ku min bikujin, zexta Sînan û malbata wî heye.’ û bi lêv kir ku Fatma bi biryara malbatê hatiye qetilkirin.
Gumanbar Kazim Altinmakas jî ji girtîgeha lê dima bi rêya SEGBÎS’ê tev li daneşînê bû û bi îfadeyên ku tên zanîn xwe parast. Herwiha gûmanbar gotinên ku kuştina jinan meşrû dike jî bi kar anîn. Jinên kut ev li danişînê bûn bertek nîşanî bersûc dan.
 
Piştî parastinan dadgehê xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin û beyana zarokê Fatma Altinmakas ê 6 salî ku di danişîna beriya vê de bi tayînkirina qeyûm wergirtibûn bin parastinê bê girtin. Li aliyê din dadgehê biryara berdewamkirina girtina Kazim Altinmakas da û danişîn taloqî 7’ê Tîrmehê kir.