Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin

  • jin
  • 23:54 26 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Di lîstika "Dansa Drama ya Bisih" de ku Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê amade kir, bal kişandin ser têkoşîna jinan. 
 
 
Lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' ku Şaredariya Silopiyayê ya Şirnexê organîze kir û ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hate amadekirin, hate pêşkeşkirin. Di lîstikê de bal kişandin ser tundiya li ser jinê, têkoşîna jinê, jinên di girtîgehan de û yekitiya jinan. Welatiyên Silopiyayî eleqeyeke zêde nîşanî lîstika ku li Parka Ahmet Kaya ya li Taxa Nûre hate pêşkeşkirin dan. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, Hevseroka HDP'a Şirnexê Sabûha Akdag, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad beşdarî bernameya bi taybetî ji bo jinan hatiye amadekirin bûn. Di bernameyê de her tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Piştî lîstika hate pêşandan Koma Oxirê Nemir ku ji zarokan pêk hat û Koma Erbanê ya Jinan derketin ser dikê. 
 
Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan a di bernameyê de axivî, kom pîroz kirin û wiha got: "Em dizanin ku jinan tu caran paş ve gav neavêtin û wê tu car jî paş ve gavê neavêjin. Îro peyama me li vir da jî ev bû. Ji hemû hevalên ku keda wan derbasbûyî re spasiyên xwe pêşkeş dikim."
 
'WÊ BI BERXWEDANA ME RE RÛBIRÛ BIMÎNE'
 
Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr a pişt re axivî, bal kişand ser tundiya li ser jinê û wiha axivî: "Roja ku civaka baviksalarî dide jinê, hebûna jinê tune dihesibîne. Lê her tilîliyek her têkoşîneke jinan şoreşeke. Jin van rolan qebûl nakin û li dijî van li ber xwe didin. Me gelek bedel dan lê tevî hemû êrişan jî em li ber xwe didin û têkoşîna xwe didomînin. Hişmendiya her carê êrişî me dike û destkeftiyên me tune dihesibîne wê bi bexwedana me re rûbirû bimîne."
 
Piştî axaftinên hatin kirin bername bi tilîliyan bi dawî bû.