Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin

  • jin
  • 09:07 27 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Jinên pêkhateya Platforma Jinan a Rihayê ku bûn mêvanên Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê danî, peyama “Bila qêrîna Emîne Şenyaşar a edaletê bê bihîstin, di zûtirîn demê de daxwazên malbatê bên guhdarkirin û kesên di komkujiyê de cih girtine bên cezakirin” dan.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14 Hezîrana 2018’an de parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz dema xebatên hilbijartinê de di serdana kargehê de êrişî malbata Şenyaşar kiribû. Di bûyerê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar ên birayên hev ji hin cihên laşên xwe birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz ê AKP’î êrişên xwe li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê domandibûn û li nexweşxaneyê Celal û Adil Şenyaşar ên giran birîndar bûbûn û bav Haci Esvet Şenyaşar ê çûbû serdana zarokên xwe li pêş çavên dayika Emîne Şenyaşar lînc kiribûn û qetilkiribûn. Tevî li nexweşxaneyê li pêş çavên rayedarên dewletê 3 ferdên malbatê hatin qetilkirin jî doz nehat vekirin û doza têkildarî kargehê de li Fadil Şenyaşar ê ji êrişî giran birîndarbûyî xelas bûbû cezayê hefsê hatibû birîn. Li dijî vê yekê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ê ji êrişê giran birîndarbûyî xelas bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. 
 
Malbata ku tevî hemû astengiyan nobetên xwe bênavber didomîne, di meha Remezanê de li pêş avahiya edliyeyê difitirin. Dayik û kurê wê sifreya xwe ya ewil di 2’yê Nîsanê de li pêş avahiya edliyeyê danîn. Rojên pişt re ji sazî û partiyên siyasî bi dehan kes bûn mevanê Sifreya Edaletê ya malbatê. Bi dehan jinên ji pêkhateyên Platforma Jinên Rihayê pêk dihatin di roja 413’emîn a nobeta malbatê de bûn mevanê “Sifreya Edaletê” yên malbatê. Jinên ku ji roja destpêka Nobeta Edaletê ve herî zêde serdana malbatê kirin, daxwaza “edaletê” ya Emîne Şenyaşar ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
 
BAROYA RIHAYÊ: DAYIK BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TUNDIYÊ DIBÎNE
 
Cîgira Seroka Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserîm bi lêv kir ku malbata Şenyaşar nêzî 4 sal in têkoşîna edaletê dide û wiha got: “Heta ku daxwaza edaletê ya malbatê bi cih were em ê li rex wan bin. Emîne Şenyaşar weke dayik û jinekê 4 sal in bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tê. Em qala dayikeke biêş ku hevjînê xwe, zarokên xwe windakirin û çavên wê li rêya girtîgehê ye dikin. Heta ku  di dosyaya nexweşxaneyê ya dayikê de biryara veşartî bê rakirin, berpirsyar bên darizandin û kurê wê (Fadil Şenyaşar) bê berdan em ê bi dayikê re têbikoşin.”
 
‘BILA BERPIRSYAR HESABÊ BIDIN’
 
Arserim, bal kişand ku di lêpirsîna têkildarî Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de hêj biryara veşartî heye, piştî 4 salan gaveke şênber hate avêtin û 4 kes hatin girtin û wiha berdewam kir: “Ji ber di dosyayê de biryara veşartÎ heye, nikarin xwe bigihînin agahî û belgeyên di dosyayê de. Lê em dizanin ku rojekê wê ew dosya zelal bibe. Binçavkirin û girtina gumanbaran di lêgerîna edaletê de gavek e. Em bawer dikin ku wê ev pêvajo bidome. Li aliyê daxwazên hiqûqî yên malbatê çi berpirsyarî bikeve li ser milê me hiqûqnasan em ê bikin. Cezayê tevî xweparastinê li Fadil hatiye birîn nayê qebûlkirin. Em li dijî ceza negirtina bersûcên di dosyaya nexweşxaneyê de tişta ji destê me were em ê bikin.” 
 
EGÎTÎM SEN: DEYNÊ WIJDANÎ YÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ YE
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Rihayê Ozlem Ûlûtaş Şengul jî destnîşan kir ku lêgerîna malbatê ya edaletê gelek bi wate û hêja ye û wiha axivî: “Heta îro em li cem malbatê bûn, ji niha û şunde jî em ê li cem malbatê bin. Ev biryardarî wê edaletê bîne. Dayika Emîne ne tenê ji bo xwe ji bo hemû beşên civakê edaletê dixwaze. Her kesên ku edaletê digerin divê ji daxwaza edaletê ya dayikê re bibin deng. Bêhiqûqiya ku dayika li dayika Emîne tê kirin, li gelek beşên civakê yên cuda jî tê kirin. Deynê wijdanî yê hemû beşên civakê ye ku dayika Emîne tenê nehêlin. Weke dayikek û jinek vê têkoşînê gelek bi wate dibînim û rêzê jê re digirim. Divê rayedar dengê dayikê demildest bibîhizin.”
 
ÎHD: DIVÊ EV QÊRÎN BÊ BIHÎSTIN
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Sumeyye Koç destnîşan kir ku tevî hemû astengî û zordariyan Emîne Şenyaşar û kurê wê 415 roj in di Nobeta Edaletê de ne û wiha got: “Daxwaza edaletê ya malbatê ewqas zêde ye ku dayik tevî ku nexweş e jî her roj tê pêş edliyeya Rihayê. Divê ev qêrîn bê bihîstin. Ev daxwaz daxwaza herkesê ku edaletê dixwazin e. Em dixwazin daxwazên dayikê bi cih bên. Em hemû rayedaran vedixwînin ku bikevin nava liv û tevgerê. Bila ev bêhiqûqî zêde dom neke. Nêzî 4 sal in dosya tê veşartin. Delîlên di dosyayê de tên veşartin. Piştî 4 salan 4 kes hatin girtin. Gavek hate avêtin lê gaveke biçûk e. Divê herkesên ku tev li komkujiyê bûne bên cezakirin. Fadil Şenyaşar ê neheq hatiye girtin divê bê berdan.”
 
OHD: POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ BIRÎNA NAYÊ KEWANDIN E
 
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Meral Halat jî bal kişand ku dosya 4 sal in bi biryara “veşartî” tê parastin û got: “Dema em kirariyên îfadeyên kesên ku roja înê hatibûn binçavkirin dinêrin dibînin ku gelek ji delîlan hatine veşartin. Di lêpirsîneke ku 4 sal in didome de piştî 4 salan tenê 4 kes hatin girtin lê 2 ji van ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” hatin girtin. Du daxwazên malbatê yên bûn hinceta nobetê hêj nehatine qebûlkirin. Daxwaza edaletê ya malbatê daxwaza me hemûyan e. Polîtîkaya bêcezatiyê birîna nayê kewandin e. Em rayedaran vedixwînin ku biçin mala malbatê. Em ê piştgiriya hiqûqî ya didin malbatê berdewam bikin.”
 
SES: EM Ê JI DENGÊ MALBATÊ RE BIBIN DENG
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Rihayê Eylem Salar jî dazanîn ku weke SES dixwazin tev li dosyayê bibin û wiha axivî: “Dema em bi hevalên xwe yên wê demê dixebitîn û şahidiniya Komkujiya Pirsûsê kirine re axivîn bi lêv kirin ku tu caran tayînên xwe nexwestine bi dil û can dixebitin lê piştî şahidiniya komkujiya Şenyaşar hevalên Pirsûsî jî naxwazin li vir bixebitin û anîn ziman ku bandora malbata Yildiz gelek li ser wan heye. Di pêvajoya piştî bûyerê de jî temamî bijîşkan û gelek ji kedkarên tenduristiyê xwestin tayin bibin. Em weke kesên têkoşîna ked, demokrasiyê û aştiyê bi rê ve dibin weke roja ewil li cem malbatê ne û em ê ji dengê malbatê re bibin deng. Weke saziyeke rêxistinbûyî ya li qada tenduristiyê, em ê şopdarên bûyerê bin.”
 
 
MA / Emrûllah Acar