Doza Peymana Stenbolê dest pê kir

  • jin
  • 11:17 28 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Danişîna dozên ku bi daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê hatibû vekirin, dest pê kir. Gelek jinan negirtin hundir. 

Li 10'emîn Daîreya Dadgeha Bilind, danişîna 10 dozên ku bi daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, dest pê kir. Danişîn li eywana konferansê ya Dadgeha Bilind a ji bo 550 kesî tê dîtin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê bi sedan parêzer û nûnerên saziyên ku doz vekirine û rêxistinên jinan tev li danişînê bûn. Ji bo dozê ji 70 baroyî nêzî hezar parêzeran ji bo beşdarbûnê belgenameya rayeyê pêşkêşî dadgehê kirin. 
 
EYWAN BIÇÛK HAT
 
Bi hinceta ku têje bûye, gelek parêzer û jinên ku ji bajarên cûda hatibûn negirtin eywana danişînê. Ji aliyê serokê dadgehê ve talîmat hat dayîn ku heta paldankên vala têje bibin herkes bikeve eywanê. Li ser vê gelek kes ketin eywanê. Lê ji ber ku eywan têje bû gelek kes jî li derve man.
 
WÊ 10 DANIŞÎN BÊN DÎTIN
 
Wê danişînên serlêdanên baroyên Amed, Enqere, Erzirom, Dîlok, Tekîrdag; Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Serap Yazici, Partiya Pêşerojê, Komeleya 29'ê Cotmehê, Buşra Marangozoglû bên dîtin. 
 
'EYWANA HERÎ QEREBALIZ A DÎROKÊ'
 
Serokê Dadgehê ku danişînê da destpêkirin, diyar kir ku di dîroka Dadgeha Bilind de cara yekemîn bi eywanake wiha qerebalix re rû bi rû ne. 
 
Danişîn bi parastina Seroka Komeleya 29'ê Cotmehê Parêzer Şenel Sarihan berdewam dike. 
 
BERIYA DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ
 
Beriya ku danişîn dest pê bike, bi beşdariya bi sedan jinan li ber Dadgeha Bilind daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku fesxkirina Peymana Stenbolê bê betalkirin. 
 
POLISAN ERIŞÎ JINAN KIR
 
Piştî daxuyaniyê jinan êrişî jinên ku li benda tevlîbûna danişînê bûn kir. Di encama êrişa polisan de jinek birîndar bû. Polisan dora jinan girtin û li ser vê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Dema êrişê polisan li dijî jinan gaza îsotê bi kar anî. 
 
Piştre jin ketin avahiya Dadgeha Bilind.