Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne

  • jin
  • 14:45 28 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Parêzeran di danişîna Şûraya Dewletê ya derbarê dozên li dijî betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê de axivîn û diyar kirin ku ew mafên xwe yên jiyanî diparêzin û destnîşan kirin ku rayeya Serokkomar a betalkirina peymanê nîne.  
 
Danişîna li 10'emîn Daîreya Şûraya Dewletê, ya têkildarî 10 dozên ku bi daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, berdewam dike. Di danişîna ku li eywana konferansê ya Şûraya Dewletê ku 550 kes lê bi cih dibin pêk hat de, ji bilî parêzerên ji her çar aliyê Tirkiyeyê hatin, nûnerên saziyên gazinker û gelek endamên rêxistinên jinan beşdar bûn. 
 
Di danişînê de ewilî Seroka Komeleya Jinên 29’ê Cotmehê Parêzer Şenal Sarihan axivî. Sarihan, diyar kir ku ev doz dozeke dîrokî ye, weke Komeleya 29’ê Cotmehê 800 belgeyên rayeyê pêşkeşî parêzerên xwe xwestin tev li danişînê bibin kirine û sedemê vekirina wan a dozê vegot. 
 
MUDAXILEYÎ KESÊN LI DERVE KIRIN
 
Parêzerên din jî ji şandeya dadgehê re wiha gotin: “Jin li derve rastî mudaxileyê tên. Tîmên hêzên çevîkê anîne. Em dixwazin wan bigirin hundir.” Serokê dadgehê jî bersiva “Em herkesê bigirin hundir wê eywan hilweşe” da. Jinên ku îtîrazî serokê dadgehê kirin bersiva “Em biçin derve hevalên xwe bînin û werin” û gelek parêzer derketin derve. Serokê dadgehê jî bersiva “Em dikarin 50 nunerên saziyan bigirin lê ji bilî wê em nikarin bigirin wê ewlehiya we bikeve xetereyê.” Li ser vê yekê kesên li eywanê bûn biryar bi çepikan şermezar kir. Piştî axaftinê gelek jin ketin eywanê parêzeran diyar kir ku jinên li derve hemû ketin hundirê eywanê. 
 
Parêzer Oya Aydin Goktaş a li ser navê Komeleya Jinên 29’ê Cotmehê mafê axaftinê girt jî sedemên biryara Şûraya Dewletê ya redkirina daxwaza rawestandina peymanê yek bi yek jimartin û wiha got: “Hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê bi daxuyanî û nivîsên xwe vegotin ku rayeya Serokkomar a betalkirina peymanê nîne.”
 
Dû re ji Komeleya Jinên 29’ê Cotmehê parêzer Ebrû Beşe jî têkildarî jinên penaber axivî. Pişt re Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan mafê axaftinê girt. Sagkan, destnîşan kir ku erêkirina Peymana Stenbolê bi qanûnê li Meclîsê hatiye qebûlkirin û ev qanûn jî hêj di meriyetê de ye. 
 
‘EM BIRYARA VEKIŞÎNÊ QEBÛL NAKIN’
 
Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê parêzer Ceren Kalay Eken jî diyar kir ku biryara vekişînê ne tenê jinan her kesên li dijî tundiyê têdikoşin eleqedar dike û anî ziman ku vekişîna ji peymanê ne biryareke hiqûqî ye û nayê qebûlkirin.  
 
‘BIRYAREKE KU MAFÊN ME ARMANC DIGIRE YE’
 
Li ser navê Baroya Enqereyê jî ji Navenda Mafên LGBTÎQ+ parêzer Sîbel Dûygû Çîldogan axivî. Çîldogan dema diaxivî, serokê dadgehê axaftina wê birî û got “bila dubare neyên kirin.” Çildogan jî got “Ez dubare nakim, mafên LGBTÎQ+ yan vedibêjim”. Kesên li eywanê jî ji bo gotina Çildogan li çepikan xistin. 
 
Li ser navê Partiya Pêşerojê (Gelecek) jî parêzer Seren Yildiz Ozturk axivî. Ozturk, bal kişand ser xalên di Makeqanûnê de û got: “Biryara vekişînê nas nakin û dixwazin betal bibe.”
 
Danişîn bi parastinên parêzeran ên têkildarî dozên baroyan vekirin berdewam dikin. 
 
SAGKAN: EM BI JINAN RE NE
 
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan ê piştî parastina di dadgehê de li pêş Şûraya Dewletê daxuyanî da, diyar kir ku li bende ne ku biryara betalkirina biryara vekişînê bê dayîn û anî ziman ku ew bi jinan re ne.