Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir

  • jin
  • 15:56 28 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - DAKAP'ê, têkildarî mobînga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan daxuyanî da û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliya mijarê kirin.
 
Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP), têkildarî mobînga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan xwest li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. Lê belê bi hinceta malê cemaweriyê ye ev yek ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinan jî daxuyanî li hemberî şaredariyê da. Di daxuyaniyê de pankarta "Demildest zext û sirgunên li dijî kedkaran bidin sekinandin" hat vekirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Jinê ya Rosayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), KESK û saziyên jinan ên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Li ser navê jinan Sekretera Jinan a Tarım Orkam-Sen'ê Serap Baysal, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Baysal, bertek nîşanî mobîngê da û ragihand ku xebatkarên şaredariyê tên sirgunkirin, peymanên wan bê hincet tên fesxkirin. Baysal, got ku têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kirine û ew ê têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.