Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin

  • jin
  • 16:46 28 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Dozgerê Şûreya Dewletê di Doza Peymana Stenbolê de xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin. Dadgehê da zanîn ku dê di demên piştre de biryara xwe bi nivîskî ragihîne û danişîn bi dawî kir. 
 
Deh dozên ku bi mebesta betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, îro li 10’emîn Daîreya Şûreya Dewletê hatin dîtin. Piştî parastina parêzerên Serokomar Tayyîp Erdogan, danişîna dozê bi parastinên dawî yên dijber berdewam kir. 
 
Di dadgehê de Serokê Daîreyên Peymanên Midûriyeta Giştî ya Hiqûq û Mewzûatan a Serokatiya Kar û Barên Îdarî ya Serokomariyê ya Wekîltiya Serokomariyê Emre Topal parastin kir. Topal, îdia kir ku vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîna li dijî tundiya ser jinan asteng nake û biryar li gorî hiqûqê ye. 
 
Piştî parastina Topal, parêzer Oya Aydin Goktaş jî têkildarî parastinê mafê axaftinê girt û bertek nîşanî parastina Topal da û diyar kir ku tu dewleteke ku rayeyên qanûnsaz, bicihanîn û darazê tê de hene rewşên wiha teknîkî qebûl nake. Parêzer Hulya Gulbihar jî ji Emre Topal re got “dema hûn peymanê werdigerînin xelet ne wergerînin” û divê her qanûneke guherînê bi xwe re tîne hewceya ji Meclisê derbas bibe. Profesora hiqûqê Serap Yazici jî da zanîn ku tev li parastina aliyê dozlêkirî nabin û wiha got: “Di mijara peymanên navneteweyî de Qanûna Bingehîn tenê rayeya erêkirinê da ye serokomariyê. Rayeye ku Qanûna Bingehîn red dike jî biryarnameya Serkomariyê nikare nas bike.” 
 
DOZGER: BILA BIRYARA BETALKIRINÊ WERE DAYÎN
 
Piştî axaftinan jî dozgerê Şûreya Dewletê mutalaaya xwe parve kir. Dozger xwest ku şandeya dadgehê biryara betalkirina biryara vekişînê bide. Piştî xwendina mutalaaya dozger jî beşdaran çepik lê dan. Parêzerên ku li dijî mutalaayê mafê axaftinê girtin jî diyar kirin ku beşdarî mutalaayê dibin. 
 
Parêzerên aliyê dozlêkirî piştre axivîn û gotin ku tev li nêrîna dozger nabin û bila doz were betalkirin. 
 
Serokê dadgehê destnîşan kir ku dê biryara xwe piştre bi nivîskî ragihîne. Danişîn, bi dirûşma “Bijî piştevaniya jinan” bi dawî bû. 
 
Li gorî qanûnê divê biryara bihincet di nava 30 rojan de ji aliyan re were ragihandin.