'Barzanî nayê efûkirin'

  • jin
  • 09:04 30 Nîsan 2022
  • |
img

RIHA - Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê re dan, gotin: "Tiştên Barzanî dike nayên efûkirin. Tavilê divê dev ji van tiştan berde." 

Ber bi Cejna Remezanê ve li her derî amadekariyên cejnê tên kirin, lê di rojeva kurdan de cardin şer heye. Li Rihayê jinan bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê dan. Jinan bang li malbata Barzanî kirin. Jinan diyar kir ku ên herî zêde bandorê ji vî şerî digirin jin in û gotin, tavilê divê ev êriş bi dawî bibin. 
 
Zehra Karakûş (30), bal kişand ser êrişên li Herêma Kurdistana Federe û li dijî êrişan peyama "yekîtiyê" da. Hatîce Ogaç (42) jî anî ziman ku êrişên li hemberî kurdan bandorê sîrayetî girtîgehan jî kirine û xwest êriş bi dawî bibin. 
 
'DÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXIN'
 
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Emîne Yaşar (72) jî bilêv kir ku êrişên li welêt bênavber didomin û got: "Li hêlekê şer heye, li hêlekê jî mirov ji vî welatî direvin. Li vî welatî zilmeke mezin li kurdan tê kirin. Jixwe tu tişt nema ku dewletê neanî serê me. Niha jî malbata Barzanî dest pê kiriye. Barzanî doza çi li me dike? Ew jî kurd in. Bes şer gur dikin, dê tu tiştî bi dest nexin. Divê ev şer bi dawî bibe. Divê pêşî li ber van tiştan bê girtin. DIvê em xwedî li ciwanên xwe derkevin." 
 
'DEV JI BÊBEXTIYÊ BERDE'
 
Ji Dayikên Aştiyê Hadle Ogûr (45) jî anî ziman ku Cejna Remezanê nêz dibe û di vêcejnê de tekane hêviya wan aştiyeke bi rûmet e. Ogûr got: "Şerekî pir giran heye. Em di meha Remezanê de ne. Ji dêvla em li her derî ehlê aştiyê bin, lê bi çekên kîmyewî şer tê kirin. Demildest divê pêşî li ber vî şerî bê girtin. Tiştekî wiha ne di însaniyetê de ne jî di îslamiyetê de heye. Qethiyen divê çekên kîmyewî neyên bikaranîn. Bang i malbata Barzanî jî dikim; tavilê divê dev ji vî tiştî berdin. Bila dev ji bêbextiya xwe ya li kurdan berdin. Tiştên malbata Barzanî dikin nayên efûkirin. Tavilê divê dev jê berdin. Divê bi Tirkiyeyê re nekeve nava şerekî wiha." 
 
'BILA GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'
 
Ogûr, diyar kir ku girêdayî vî şerî li girtîgehan jî bêhiqûqîtî didome û got: "Girtîgeh, bûne sermayeya Tirkiyeyê. Li girtîgehan jiyan pir zehmet e. Girtiyên siyasî hemû bê sûc in. Belesebeb girtî ne. Demildest divê girtî hemû bên berdan." 
 
Salîha Bakir jî destnîşan kir ku tiştên diqewimin hemû girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û divê Ocalan azad bibe. Bakir got: "Em doza aştî û edaletê dikin. Zimanê me qedexe ye. Gelek eks ji me girtî ne. Erdogan zilmê li me dike. Li aliyekî li hemberî em kurdan şer heye, li aliyekî zilm li me tê kirin. Ji ber ku edalet tune ye ev şer heye. Em dixwazin em azad bibin, em dixwazin bi rihetî bi zimanê xwe biaxivin. Bila bes zilmê li ciwanên me bikin." 
 
MA / Mujdat Can- Ceylan Şahînlî