Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane

  • jin
  • 10:20 30 Nîsan 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne nameyek şandin û diyar kirin ku ew bi tecrîdek girankirî re rûbirû ne, di hevdîtinên vekirî de bi lêgerîna hundirê pêlavan re rûbirû mane û lêpirsînên disiplîn ên kêfî berdewam dikin. 
 
Selver Îspir, Dîlek Hatîpoglu, Mukaddes Kubilay, Sariye Taşkesen, Rozerîn Kurt û Alev Yarar ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ne, ji Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu re name şandin û jin di nameyan de behsa binpêkirina mafên xwe û tecrîda li ser wan tê meşandin kirin. 
 
Jinên girtî diyar kirin ku zêdeyî 2 sal in li girtîgehê tu çalakiyên civakî nayên kirin û diyar kirin ku bi kesên di heman qawîşê de dimînin re mehê tenê saetek û nîv dikarin biçin sporê. Jinan diyar kirin ku bi tecrîda girankirî re rûbirû ne û bal kişandin ser mirinên li girtîgehan.
 
TECRÎD REWŞA WAN GIRAN DIKE 
 
Jinan bi bîr xist ku girtiya bi navê Aysel Koç 2 sal berê li girtîgeha ku lê dihate ragirtin jiyana xwe ji dest da û ev yek jî weke “întixar” hate binavkirin û gotin: “Em şahid in ku ev ne întixar e, encama întixareke sîstematîk e. Ji ber ku ti daxwazên Ayselê nehatin qebûlkirin û daxwaza wê ya guhertina odeyê jî nehat qebûlkirin. Bi salan neçar ma li gel 4 kesan bimîne. Tevî ku pirsgirêkên Ayselê yên psîkolojîk dihatin zanîn jî tecrîd berdewam kir. Di encamê de rûxandina ji ber tecrîdê weke 'întixar' hat qeydkirin. Ji ber vê helwesta hovane par di nava 3 mehan de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Her çiqas ev weke 'întixar', 'mirina ji ber nexweşiyê' hatibin nivîsandin jî, kes nikare înkar bike ku di encama nêzîkatiyên hovane de mirin hene û heta ku ev nêzîkatî bidomin dê tabût ji girtîgehan derkevin.” 
 
GIRTIYA 62 SALÎ NEXWEŞ E 
 
Jinên ku diyar kir Zeynep Bîngol û Gulşen Adet ji ber odeyên wan bi ritûbet û sar in nexweşiyên wan zêde bûne û gotin: “Tevî ku nexweş in jî di heman qawîşan de tên ragirtin. Li ser îtîrazê rêveberiyê gotiye, 'beş guncaw e, dermankirin û sewqî nexweşxaneyê hatine kirin'. Lê di rêya vegerê de ji nexweşxane û dadgehê, em di beşa ku em tê de dimînin ji ber sedemên karantînayê têne girtin. Bi gotineke din, em bi pêkanîneke mîna hucreyên yekkesî re rûbirû ne." Jinan da zanîn ku girtiya bi nexweşiya giran Demet Resuloglu ya 62 salî diyar kir ku di daxwaznameya ku pêşkêşî rêveberiyê kirine de ji bo ku dema ji nexweşxaneyê vegere di odeyê de neyên girtin û wiha got: “Ji ber ku hevala me, dizane ku di rewşek wiha de dê metirsiyek mezintir hebe, ew tercîh dike ku neçe nexweşxaneyê li şûna ku di odeyê de were girtin. Li ser daxwaznameya me ji me re hat gotin ‘hemû qawîş tije ne û cih nemaye’ di odeyekî vala de, derî vekirî ye, ji bo ku bi rehetî bibin û bînin nexweşxaneyê. Li ser vê yekê hemû hevalên me yên di beşê de daxwaznameyek nivîsandin û diyar kirin ku ew dikarin beşên xwe vala bikin û bi hejmareke hindik re derbasî beşên xwe bibin û beşa ku lê dimînin dikare ji bo Demet Resuloglu bê veqetandin. Ev daxwaz jî hat redkirin.” 
 
LÊGERÎNA LI ODEYAN 
 
Jinan diyar kirin ku Resûloglou ji ber pêkanînên ku pê re rûbirû maye jê re dibe sedema stresek giran û ev rewş li ser tenduristiya wê bandorê dike û gotin: "Ne pêkan e ku ji mirina di encama van pêkanînan de bê gotin 'mirina ji ber nexweşiyê'. Ev ji aliyê exlaqî û qanûnî ve nayê qebûlkirin. Di gel ku li derveyî tedbîrên pandemiyê ti sînorkirin tune, ne çalakiya civakî û ne jî daxwazên guhartina odeyê ji ber vê yekê nayên pejirandin. Bi tevlibûna 15-20 gardiyanan hema hema her hefte lêgerînên li beşê dewam dikin. Her ku em ji qawîşê derdikevin li ser bedena me jî lêgerînê dikin.” 
 
LÊPIRSÎNAN DIDIN DESTPÊKIRIN 
 
Jinan da zanîn ku ji ber hêceta pandemiyê gelek daxwazên wan hatine redkirin û du jinên girtî ku li korîdorê hev dîtine û ji ber hev hembêz kirine, derbarê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.  Jinan diyar kir ku lêpirsîna disiplînê veguheriye îşkenceyê û bi hêceta bi kurdî stran gotine û govend gerandine ceza li wan hatiye birîn û derbarê Rozerîn Kurt û Alev Yarar de jî bi hinceta ku hev silav kirine lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Jinan di nameya ku şandin de diyar kirin ku derbarê girtiyên di Komkujiya Helebce ya dawî de bi hinceta “dirûşmên nelazim berz kirine” lêpirsîn hatiye destpêkirin. Jinan diyar kir ku piraniya lêpirsînên dîsîplînê ji ber nêzîkatiya kêfî û îfadeyên derewîn ên gardiyanan hatine destpêkirin. 
 
HUNDIRÊ PÊLAVAN LÊGERÎN DIKIN 
 
Jinan destnîşan kir ku ji bo hevdîtinên vekirî hin sepanên nû hatine destpêkirin û gotin: “Dema girtî diçin hevdîtina vekirî û tên li sepana lêgerîna li hundirê pêlavan dest pê kiriye. Di vê sepanê de ji girtiyan re dibêjin ‘goreyên xwe jî derxin’. Muameleyên xerab li hemberî girtiyan dikin. Li cihê hevdîtina vekirî kamera hene û me qeyd dikin. Her tim li ser me zextên derûnî hene. Hêj pandemî didome û malbatên me bi vê hêcetê nikarin bên hevdîtinê.”
 
JINAN XWEST HEYETEK BIÇE HEVDÎTINA WAN 
 
Jinan di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku ew girtiyên siyasî ne, ew ne mehkûm in û ew ji ber ramanên xwe girtî ne û ji bo rûmeta xwe têdikoşin. Jinan ji komîsyonê xwest lêkolînên pêwîst bike û heyetek wezîfedar bike û bişîne cem wan ku hevdîtinê bike. 
 
MA  / Zemo Aggoz