MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin

  • jin
  • 14:37 3 Gulan 2022
  • |
img
 
STENBOL - Endama MKGP’ê Dîren Yurtsever diyar kir ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe û wiha got: “Em li dijî pergala mêrza û zayendperest têdikoşin. Banga me ji hemû rojnamegerên jin re ew e ku em bi hev re têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin.” 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û 5’emîn damezirandina platforma xwe, li avahiya Rojnameya Yenî Yaşamê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de gelek rojnamegerên jin jî amade bûn. 
 
Di daxuyaniyê de endama MKGP’ê Reyhan Hacioglu diyar kir ku her devera welat bi polîtîkayên zextê yên rejîma AKP-MHP’ê rû bi rû dimînin. Hacioglu, bi domdarî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Pergala tecrîdê niha li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Şer û qirkirinên jinan ên di roja me de ji vê polîtîkaya tecrîdê cuda nînin. Di rewşeke wiha de girîngiya çapemeniyê hêj bêhtir derdikeve holê. Bi taybet jî rojnamegerên ku li pey şopa heqîqetê, hîn bêhtir rastî van zextan tên. Ji ewil jî ev rojnameger dibin hedefa êrişan. Ji ber ku rastiya wan bi civakê re parve dikin.”
 
TECRÎD BANDORÊ LI ROJNAMEGERAN JÎ DIKE 
 
Piştre jî ji endamên platformê Dûrket Suren axivî û da zanîn ku li welatekî ku çapemenî lê azad nebe, kesek nikare qala azadî û demokrasiyê bike. Suren, bi domdarî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê niha li ser hemû civakê tê ferzkirin û rojnameger jî ji vê tecrîdê bandor dibin. Suren, got ku rojnameger dê li hemberî zextên heyî paşdegav neavêjin. 
 
 TIRKIYE DI RÊZA 149’AN DE YE
 
Endama MKGP’ê Dîren Yurtsever jî metna hevpar xwend. Yurtsever, destnîşan kir ku rojnameger bi destê darazê tên cezakirin û wiha domand: “Li gorî daneyên Rojnamegerên Sînornenas (RSF), di nava welatên ji bo rojnamegeran herî talûke de Tirkiye di rêza 153’yan de ye. Li gorî RSF’ê, di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2022’yan de Tirkiye ji 180 welatan di rêza 149’an de ye. Bi sedan rojnamegerên ku derheqê wan de doz hatine vekirin û tên darizandin hene. Niha herî kêm 28 rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne. Ev daneye nîşan didin bê ka çapemeniya azadiyê li Tirkiyeyê di rewşeke çawa de ye.” 
 
SANSÛR Û CEZAKIRIN 
 
Yurtsever da zanîn ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê her ku diçe xerabtir dibe û wiha pê de çû: “Bi qedexeyên weşanê, cezayên pereyan, doz û binçavkirinan hewl didin pêşî li rojnamegeran bigirin. Rojnamegerên ku zextê, tundiya li ser jinan, polîtîkayên çewisandinê yên li ser muxalefetê tên meşandin û polîtîkaya şer derhî dikin jî bi sansûr, darizandin, cezakirin û bêkarhiştinê tên astengkirin.”
 
BANGA XWE BIRÊXISTNKIRINÊ
 
Herî dawî jî Yurtsever ev bang kir: “Çapemenî ji sedî 95 di destê desthilatdariyê de ye. Çapemeniya desthilatdariyê bi yek dengî banga şer dike û hewl didin civakê milîtarîze bikin. Lê em dibêjin ku em ê li dijî rojnamegeriya şer rojnamegeriya aştiyê, li dijî rojnamegeriya mêrza û zayendperest jî rojnamegeriya ku jin û civakê esas digire pêş bicin. Têkoşîna me bo vê ye. Weke jinên di çapemeniya azad de dixebitin, em bibiryarin ku dê vê têkoşîna xwe bidomînin. MKGP ku di 3’yê gulanê de hate damezirandin, astengiyên li pêşiya xwebirêxistinkirina rojnamegerên jin rakirin û ji bo azadiya çapemeniyê û mafê agahdarbûnê yê gel têkoşiya. Di 5’emîn salvegera damezirandina platformê de em dîsa bang dikin ku rojnamegerên girtî bên berdan û astengiyên li pêşiya rojnamegeran bên rakirin. Ji bo xwebirêxisitnkirinê, MGKP ji bo hemû rojnamegerên jin bingeheke. Banga me ji bo hemû rojnamegerên jin ew e ku ji bo têkoşîneke birêxistinkirî û mezinkirina piştevaniyê xwe li bin sîwana platformê birêxistin bikin.”