Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin

  • jin
  • 14:57 3 Gulan 2022
  • |
img
DÊRSIM - Meclisa Jinan a HDP’ê û Meclisa Jinan a DAD’ê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk, çûn gundê wê Merxoyê û xwestin ku Tugluk û hevalên wê bên berdan. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) bi mebesta ku balê bikişînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk, çûn gundê Merxo yê Dêrsimê. Jinan, li gund daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de jinan wêneyên Aysel Tugluk rakirin û çira vêxistin. 
 
Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên nexweş bên berdan û ev tişt anî ziman: “Aysel, xwedî nasnameyên ji rêzê nîne. Zaroka erdnîgariya Dêrsimê ye. Jin e, hiqûqnas e, parêzvana mafên mirovane, kurd e û şervana azadiyê ye. Li erdnîgariya êşan ji dayik bûye. Ew êş tevek jî di hundirê xwe de jiyan. Gotiye; ‘ne rawestan lê avakirina mafên mirovan a vê civaka êş kişandî hêjayî min e.’ Di vê rêyê de her tişt daye ber çavan. Ew bîrdariyeke û jineke jirêzê nîne. Em dixwazin ku di şexsê Ayselê de hemû girtiyên jin û yên nexweş bên berdan.” 
 
Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz jî got ku ew têkoşîna xwe bi cesareta Tugluk dimeşînin û hêvî kir ku çirayên vêxistî bibin wesîleya azadî û şîfaya Aysel Tugluk û hevalên wê. Ji HDP’ê Nûrşat Yeşîl jî destnîşan kir ku Tugluk bi rengekî neheq di girtîgehê de tê ragirtin û xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtî û girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Piştî axaftinan jî loqmeyên heyî hatin belavkirin. Ji bo serdana gora dayika Aysel Tugluk, jinan berê xwe dan Goristana Asrî ya li Taxa Ataturkê.