Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin

  • jin
  • 15:42 4 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP’ê ya meha nîsanê 24 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha nîsana 2022’yan eşkere kir. Li gorî daneyên di raporê de cih digirin, di meha nîsanê de 24 jin hatine kuştin û 16 jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin ji 24 jinan nayê zanîn 13 jin ji ber kîjan sedemê hatine kuştin û 10 jin jî dema xwestine ew û hevjînên xwe dest ji hev berdin hatine kuştin û jinek jî bi hêceta aboriyê hatiye kuştin. 
 
Di raporê de tê gotin ji 24 jinan 11 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, yek jî ji aliyê hevalê xwe berê ve, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe yê berê ve, jinek ji aliyê lawê xwe ve û jinek jî ji aliyê kesek nehat nasîn ve hatine kuştin. 15 jin li mala xwe, 4 jin li kolanan, jinek di erebeyê de, jinek li kargehê, jinek li parkê û jinek jî li kêleka rêyek ku bêdeng e hatiye kuştin.